Le Monde: Divê êdî opozîsyona Sûriyê pişta xwe bi xwe girêbide
Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya Le Monde a Fransî, ragihand ku biryara Amerîka ya ragirtina êrişa li dijî Sûriyê, opozîsyona wî welatî “matmayî” hîşt. Li gorî rojnamê, divê êdî opozîsyona Sûriyê pişta xwe bi xwe girêbide.
Rojnameya fransî, Le Monde gotarek bi sernavê “divê opozîsyona Sûriyê pişta xwe bi hêzên xwe girêbide” belav kir.
Di gotarê de, şandiya taybet a rojnameyê, Hélène Sallon nivîsiye: Bi hêviya ku rêjîma Esed cebilxaneya xwe ya kîmyayî bixe jêr kontrola civaka navneteweyî de, Amerîka biryara derbeyên leşkerî ragirt û vê yekê hişt ku opozisyona Sûriyê matmayî bimîne.
Nivîs ji zarê Burhan Gelyûn, ku yek ji rêberên opozisyona Sûriyê ye, wiha tîne ziman: “Ji bo gelê me, ev tirsonekî ye. Em hêvîdar bûn ku civaka navneteweyî hişyar be li hember vî şerê ku Beşar el-Esed, Rûsya û Îran dikin. Lê wisa diyar e ku welatên Rojava dê her li ser temaşekirin û bêkêriya xwe bimînin.”
Di gotarê de, herwiha hatiye: Divê opozîsyona Sûriyê ji nû ve li stratejiya xwe vegere her wiha balê dikşîne ser axaftina siyastemedara sûrî Basma Qudmanî ku dibêje: Serhildêran xwe ji bo derfeta bombebarankirina hêzên Esed ji aliyê Amerîkayê ve amade dikirin, lê niha tenê tê çaverêkirin ku opozisyon hinek alîkariya diravî û leşkerî wer bigre.”
Gotar herwiha behsa bangewaziya Serokê Artêşa Azad, general Selîm Idrîs jî dike ku ji piştgirên opozisyonê xwestibû çekên bêhtir radestî artêşê bikin.