Berpirsên Amerîkî: Îran di tola Qasim Sulêymanî de dixwaze balyozeke me bikuje

Hewlêr (Rûdaw) - Du berpirsên Amerîkî îddîa dikin ku Îranê plana kuştina Balyoza Amerîkayê ya li Afrîqaya Başûr daniye û dibêjin, eger Îran karekî wiha bike wê demê alozî û tevlîheviyên di navbera Washington û Tehranê de ber bi aliyekî metirsîdar ve diçin.

Li gor malpera Politico, herdu berpirsên Amerîkî ku nexwestine navên wan bên eşkerekirin, pişta xwe bi çend raportên îstîxbaratî girêdane, yek ji wan ji nêzîk ve kar li ser wan raportan dike û yê din tenê raport xwendine.

Politico Yek ji wan herdu berpirsên Amerîkî dibêje, Îran hemû hewldanekê dide daku tola Qasim Sulêymanî ji Trump veke.

Navê Balyoza Amerîkayê ya li Afrîqaya Başûr Lana Marks e, û ew ji wê yekê hatiye agahdarkirin ku ji bihara îsal ve plana kuştina wê di rojevê de ye.

Kovara Politico desnîşan kiriye, ku li gor zanyariyan destê Balyozxaneya Îranê li Pretoria di nav wê pîlangeriyê de heye.

Berpirsên Amerîkî dibêjin, armanckirina Lana Marks yek ji wan bijardeyên Îranê ye ku dixwaze bo tolstandina kuştina Qasim Suleymanî bikar bîne.

Di destpêka Çileya îsal de bûyereke çaverênekirî hemû cîhan şok kir dema firokeyên bêfirokevan ên Amerîkayê li esmanê Bexdayê Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis li nêzîkê Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê kirin armanc, vê bûyerê Îran û Amerîka birin ber şerekî metirsîdar, lê alozî bi mûşekbarana Îranê bo ser çend pêgeyên Amerîkayê li Iraqê rawestiyan.

Ev xanima ku bi gotina berpirsên Amerîkî Îran dixwaze bikuje, keseke nêzîkê Trump e, 66 salî ye û ji Cotmeha 2019ê ve Balyoza Amerîkayê ye li Efrîqaya Başûr, her li wî welatî ji dayîk bûye û dosteke nêzîkê Şazade Dayana bû, ji bilî Ingilîzî herdu zimanên lokalî yên Efrîqaya Başûr dizane.