Kurdên li Munsterê bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinan dibin
Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Munsterê yê Almanyayê wekî li tevahiya eyaleta Nordrhein-Westfalenê hilbijartinên şaredarî û Encûmena Entegrasyonê tên kirin.
Navê yek ji lîsteyên namzedan Global e û taybetmendiya wê ew e ku 31 namzedên ji 24 neteweyên cuda di nav xwe de dihewîne.
Yek ji namzedên di nav lîsteyê de Dilêr Sabîrê xelkê Başûrê Kurdistanê ye û ew pisporê pêwendiyên navneteweyî ye.
Dilêr Sabîr ji sala 2004an ve endamê Encûmena Entegrasyonê ya bajarê Munsterê ye.
Dilêr Sabîrê damezirînerê Komeleya Afaqê û endamê Encûmena Entegrasyonê got:
"Hemû kesên ku li bajarê Munsterê ji bilî kesên mafên wan ên rûniştinê yên cureyê Duldungê hene dikarin deng bidin."
Rodî Eliya ji bajarê Efrînê jî dixwaze li ser wan xalên ku ji bo koçberan girîng in bixebite, wekî nijadperestî û mafên jinan.
Rodî Eliyê ji Rûdawê re da zanîn ku hêza lîsteya wan di pirrengiya wê de ye.
Rodî Elî ku rojnameger û namzeda Lîsteya Globalê ye got:
"Wekî Kurdan 7 endamên me di lîsteyê de hene.
Hejmara me di nava wan 31 kesan de zêde ye.
Xelk dê 24 neteweyan li ser yek maseyê bibîne ku bi hev re diaxivin.
Armanca me yek e û ew e ku em bi hev re bixebitin û wekî hêzeke xurt bibin xwedî bandor."
“Ji bo Kurdan bixebite”
Karsaza Kurd Ehlam Îbrahîma ku dixwaze di hilbijartinan de dengê xwe bide anî ziman:
"Ez dixwazim dengekî Kurdî tê de hebe, em pê serbilind bibin û ji bo me bibe serkeftin.
Herî kêm kursiyeke Kurdî tê de hebe, alîkariya gelê xwe bike û ji bo Kurdan bixebite."
Li bajarê Munsterê 322 hezar kes dijîn, nêzîkî 60 hezar kesên ji 105 welatan mafê wan ê dengdanê heye.
Di van hilbijartinan de tenê kesên ku bi eslê xwe ne Alman in mafê wan ê dengdanê heye, armanc ew e ku koçber li ser asta şaredariyê bibin xwedî dengekî siyasî.
Dilêr Sabîr û Rodî Elî li ser beşdariya Kurdan a di hilbijartinên Nordrhein-Westfalenê û girîngiya dengê koçberan de li studyoyê bûn mêvanên bernameya Diyasporayê.
“Gelek kes mafên xwe bi kar nayînin”
Rodî Elî bi dilgiranî amaje bi wê yekê kir ku hîn jî beşeke zêde ya koçberan girîngiya mafê xwe yê dengdanê nizanin:
"Mixabin gelek kesên me mafên xwe bi kar nayînin, em neçar dimînin mal bi mal bigerin û bipirsin ka wan deng daye yan na."
Rodî Eliyê tekezî li ser wê yekê jî kir ku bi taybetî li gorî 5 salên borî hişyariya xelkê zêde dibe û diyar kir ku "Niha xelk fêr bûye, hinek ji wan dipirsin siyaset çi ye û em dengê xwe bidin kê?"
Dilêr Sabîr da zanîn ku wî ji sala 2004an ve dest bi vî karî kiriye û wê demê hejmara koçberan li bajarê Munsterê gelekî kêmtir bûye û anî ziman:
"Em behsa 59 hezar heta 64 hezar kesan dikin, nêzîkî 60 hezar kesan mafê wan ê dengdanê di van hilbijartinan de heye.
Kesên ku berê girîngî nedida hilbijartinan, îro pirsan dikin û li bernameyên lîsteyan dinêrin."
Dilêr tekezî li ser girîngiya Encûmenên Entegrasyonê kir û got:
"Encûmenên Entegrasyonê di biryarên hemû warên jiyana koçberan de ji kar û niştecihbûnê heta dibistanên zarokan rola sereke dilîzin."
Dilêr diyar kir ku dengdan ne tenê çûyîna ser sindoqê ye, divê xelk zanibe dengê xwe dide kê û ew kes çawa dikare xizmetê bike.
Rodî Eliyê jî beşdariya Kurdan a di Encûmenên Entegrasyonê de wekî "gelekî girîng" bi nav kir û amaje bi wê yekê kir ku pêwîstiya koçberan bi nûnerekî heye ku karibe daxwaz û pirsgirêkên wan bigihîne partiyên siyasî û berpirsên şaredariyê.
Dilêr Sabîr derbarê lîsteyên Kurdî û piraniya namzedan ragihand ku zêdetirî 300 namzed û lîsteyên Kurdî li eyaletê hene.
“Ji sedî 90ê wan Kurd in”
Sabîr her wiha behsa wê yekê kir ku Lîsteya Globalê ku ew bi xwe namzedê sereke ye tê de tenê pişta xwe bi dengê Kurdan ve girê nade û da zanîn:
"Ez ne bi wê re me ku tenê bi navê Kurdan bixebitim, ji ber ku ev xwe cudakirin e.
Di lîsteya me de namzedên ji 31 welatên cuda hene.
Ez dikarim di nav lîsteyeke pirçandî de zêdetir xizmeta Kurdan bikim.
Xelkê Ewropa, Amerîka, Vîetnamê bi min re ne lê em salane alîkariya 2 hezar û 500 kesan dikin ku ji sedî 90ê wan Kurd in."
Rodî Eliyê derbarê rola jinan a di Lîsteya Globalê de tekezî li ser girîngiya bihêzkirina jinan kir û got:
"Em bi rastî li ser wê yekê dixebitin ku jin hişyar bin û ne tenê di xwendin û kar de, di siyasetê de jî xwe di hemû waran de perwerde bikin."
Rodî Eliyê eşkere kir ku di lîsteya wan de 18 jin hene ku ev hêzeke mezin e û her jinek jî ji welatekî cuda hatiye û nûnertiya civakeke cuda dike.
Dilêr Sabîr jî li ser beşdariya jinan anî ziman:
"Ew jinên ku bi me re ne, hemû di warên xwe de dixebitin û xwendî ne.
Piraniya wan siyaset, yasa û zanistên civakî xwendine.
Me ti kes tenê ji ber ku jin e an xizm e nexistiye lîsteya xwe, ya girîng ew e ku lîste karibe xizmeta xelkê bike."