Mirovê sala 2050î: Stûyê xwar, pişta xûz û binçavên reş

Hewlêr (Rûdaw) - Modelek hatiye belavkirin ku "guherîna piraniya mirovan a heta sala 2050î nîşan dide".

Pispor eşkere dikin ku encamên metirsîdar ên bikaranîna zêde ya amûrên elektronîk li ser stû, hestî, tevger, çav û çerm derdikevin holê.

Modela ku ji aliyê rêxistina Casinoyê ve hatiye çêkirin mînakeke xeyalî ya şiklê mirovan a di 25 salên pêş de ji ber bikaranîna zêde ya telefon û komputeran nîşan dide.

Bi hişê çêkirî amarên lêkolînan û gotinên lêkoleran li modelê hatine zêdekirin.

Modela ku hatiye çêkirin xwedî çermekî ne rind e ku ev jî amaje ye bi bandorên makyajê û bikaranîna gelek berhemên bedewiyê.

Ji ber vê yekê, model xwedî çermekî werimî ye.

Heta porê wê jî weşiyaye û binçavên wê reş bûne ku hemû jî nîşaneyên mayîna zêde ya li ber ekranan in.

Model her wiha xwedî stûyeke xwar û pişteke ne rast e.

Hugues Gislainê lêkolerê lêkolîneke kovara Interdisciplinary Neurosurgeryê derbarê têkçûna stû, hestî û masûlkeyan a ji ber bikaranîna telefonan dibêje:

"Xwarkirina stûyê di dema bikaranîna telefonê de êşa stûyê zêde dike û masûlkeyên stû û milan jî lawaz dike."

Li gorî amarên cîhanî, beşeke mezin a mirovan heftane 90 saetan bi bikaranîna telefon û amûrên jîr derbas dikin.

Ev jî wiha dike ku mirovahî di warê tenduristiyê de rûbirûyê astengiyeke mezin bibe.