Lavrov: Rûsya amade ye alîkariyê bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk

14-10-2015
RÛDAW
Nîşan Rûsya Sergey Lavrov Sûriye Hêzên Sûriyeya Demokratîk YPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, Rûsya amade ye hevkariyê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ku YPGê jî têde cih digre, bike.

 

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di dema pêşkêşkirina gotarekê li Parlamentoya Rûsyayê de ragihand ku ew tevgerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk dişopînin û got ku ew amade ne hevkariyê bi wan hêzan re bikin.

 

Lavrov herwiha anî ziman ku di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hêzên Kurd, Ereb û Siryan hene ku li dijî terorê ne û ji ber vê yekê Rûsya dixwaze hevrêziyê û hevkariyê bi wan re bike.

 

Wezîrê Derve yê Rûsya herwiha daxwaz ji welatên rojavayî kir ku ji bo hevrêziyê bi wan hêzan re alîkariyê bikin.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk

 

Yekîneyên Parastna Gel (YPG) pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku hevpeymaniyeke nû ligel çend komên çekdar ên sûrî bi navê 'Hêzên Sûriyeya Demokratîk' ava kiriye.

 

YPGê di daxuyanya xwe de dabû xuyakirin: "Hevpeymaniyeke nû ligel çend komên sûrî bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêk aniye û di nava hevpaymaniya nû de çend komên çekdar ên Erebên Sûriyeyê cih digirin, ku li kêleka YPGê li djî rêxistna DAIŞê li wî welatî şer dikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst