Li Rûsyayê seferberî berdewam e; Xelk bi çavên grî hezkiriyên xwe dişînin şer
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryara seferberiya da, heta niha nêzikî 200 hezar welatiyên seferberkirî tevlî artêşa Rûsyayê bûne. Dayik, bav, xwişk, bira û hevjîn bi çavên girî hezkiriyên xwe dişînin şer.
Di 21ê Îlona 2022an de Serokê Rûsyayê Vladimir Putin seferberiya nîvco ragihand bi armanca komkirina 300 hezar leşkerên yedek bo şerê li Ukraynayê.
Çend qerebalix be jî, di nava qerebalaxê de komên cuda diyar dibin. Her komek, kesekî verêdike. Ji bo verêkirina Sergey: dayik û bavê wî, xwişka wî û hevalê wî hatine.
Sergey 35 saliye, ne zewiciye. Teblîxatname, çend roj berê, bi şev gihîştiye destê wî.
Seferberkirî Sergey Aleksandrovîç got "Her tişt dê baş be. Kuda gazî bikin, emê biçin. Lê haya kesî ji tiştekî tune. Lê xem nîne, her tişt dê asayî be. Di serî de me bibin perwerdeyê, hîn bikin. Paşê êdî bişînin wê derê."
Nîna Nikolayvena dayika Sergey Aleksandrovîç dibêje "Bê guman, deynê her kesî ye ku welatê xwe biparêze. Hemî ciwan in. Ez bawer dikim ku her tişt dê baş be."
Aleksandr Mixailovîç bavê Sergey diyar kir "Her tişt ji nişkave qewimî. Bê guman, me zanî ku dê gazî bikin. Lê teblîxnamê şev anîn. Em şaş man. Bê guman, em nîgeranin. Kuda, çawa? Tu agahî nayê dayîn. Kuda bibin perwerdehiyê, li ku hîn bikin? Em tiştekî nizanin."
Avhewayeke pir giran e. Piraniya yên seferbekirî û kes û karên wan, ku Rûdawê mîkrofona xwe dirêjî li wan dikin, nexwazin biaxivin. Yên diaxivin jî, pir bi kurtî.
Olga jina serbazê seferbekirî anî ziman "Di nav hestên xemgîn de me. Bi teblîxname gazî kirine. Ez pir bi fikarim. Dixwazim bigrîm."
Bê guman, kêliyên herî giran, kêliyên ji hev veqetinê ne. Lewre, ji bo piraniya wan, dibe ku ev veqetîn ya dawî be.
Navên kesên ku ji bo seferberiyê hatine bangkirin yeke bi yek tên xwendin. Temenê piraniya wan ji 35 ta 50 Sali ye û her yek ji wan di serbaziyê de xwedî pisporîyekî ye.
Cîgirê şaredarê bajarê Dmîtrovê Vladîmîr Şîrokov ragihand "Erkê me giran e, lê em pê dikarin. Lê dixwazim bêjm ku xelkê Dmitrovê bi erênî nêzî seferberiyê dibin. Li cem bûyerên wisa tune, ku kesekî nehatibe, yan jî li vê derê şerrûdiyê bike û histeriyê çê bike. Berovajî, ez bêjim, hejmara xwebexşan ji yên seferberkirî zêdetir e. Û ew jî şanaziya me ye."
Şêniyên navçeya bajarê Dmîtrovê 165 hezar kes tê hejmartin. Vê carê zêdetir ji 50 kesan tên verêkirin ber eniya şer. Lê ev verêkirin ne ya yekemîn e û ne jî ya dawî ye.
Seferberiya qismî ya li Rûsyayê bi fermana serok Pûtîn 21 Îlonê hatiye ragihandin û li gor agahiyên Wezareta Berevaniyê, 300 hezar kes ji bo şerê li Ukraynayê bêne seferberkirin. Hat zanîn ku ta 4 Mijdarê, 200 hezar welatiyên seferberkirî êdî gihîştine artêşa Rûsyayê.