Li Meksîkayê lehî, hejmara miriyan derket 64an
Hewlêr (Rûdaw) - Li Meksîkayê ji ber lehiyên ku ji ber baranên dijwar çêbûn, hejmara miriyan derket 64an û ya kesên winda jî bû 65.
Koordînatoriya Neteweyî ya Parastina Sivîlan (CNPC) daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ji ber baranên dijwar ên ku ji hefteya borî ve ji ber bahozên tropîkal Priscilla û Raymondê çêbûne, hejmara miriyan zêde bûye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li eyaletên Veracruz, Puebla, Hidalgo, Queretaro û San Luis Potosiyê hejmara miriyan derketiye 64an û ya windayan jî derketiye 65an.
Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaumê di civîneke çapemeniyê de got ku tîm ji bo welatiyên ku ji ber lehiyê zerer dîtiye seferber bûne.
Sheinbaumê anî zimên ku wan tîmên nû ji bo gihandina alîkariyên wekî cil, madeyên paqijiyê, ava vexwarinê û xwarinê şandine eyaletan û got:
"Em dê di hewlên jinûveavakirinê û piştgiriya ji bo lêqewimiyan de bi hemû dilê xwe bixebitin."
Li gorî medyaya Meksîkayê, di lehiya herî mezin a salên dawî de hejmara kesên zererdîtî ji 250 hezarî û hejmara xaniyên xisardîtî jî ji 50 hezarî derbas bûye.