Li Elmanyayê Şeva Civaka Kurd

14-11-2015
RÛDAW
Nîşan PAK Almanya Şeva Civaka Kurd
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik li Almanyayê beşdarî şeva Civaka Kurd a Almanyayê bû.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik 13ê Mijdarê li bajarê Gissenê ya Almanyayê beşdarî şeva ku ji aliyê Civaka Kurd a Almanya hate lidarxistin bû û di bernameya şevê de gotarek pêşkêş kir.

Şev di bin moderatîyo Berîvan Aymaz û Cahît Başar de hat rêvebirin. Beşdarvanên şevê hemûyan axaftinek kirin. Prof.Dr. Îlhan Kizil li ser mijara DAIŞê de û lêkolînêr û nivîskarê tirk Îsmail Beşikçî jî li ser mijara dewletbûna Kurdan de axaftinek kirin. Mijara axaftina Mustafa Ozçelîk jî rewşa dawî li Kurdisatnê û plan û projeyên PAKê bûn.

Ozçelik rizgarkirina navçeya Şingalê a Başûrê Kurdistanê li tevahiya geê Kurdistanê pîroz kir û wiha got: “Em hêvî dikin ku rizgarkirina Şingalê dê bibe kewandineke vê birînê û dê bibe gaveke nû ya ber bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê. Îro û sibê di Kurdistaneke serbixwe de jî,  kewandina hemû birînên xuşk û birayên me yên êzidî , divê wazîfeyeke sereke ya hikûmeta Kurdistanê be.”

Ozçelik anî ziman PAK perçebûna Kurdistanê wek neheqiyeke navnetewî dibîne û got “Yekbûna miletê kurd û Kurdistanê mafekî miletê kurd yê rewa ye. Wek her miletî, mafê miletê kurd jî heye çarenûsa xwe bi destê xwe tayin bike. Li Kurdistana bakur azadî û dewletbûn mafekî miletê kurd yê meşrû û rewa ye. Ev maf, yanî avakirina dewleteke kurd dikane bi şiklê federasyonê, konfederasyonê û serxwebûnê bibe.

Serokê Giştî yê PAKê derbarê pêvajoya li Bakurû Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî wiha got:

“Divê hemû hêzên kurd yên netewî wek terefekî bi dewleta tirk re rûnin û di vê çarçewê de pêvajoyeke çareseriyê ya nuh were destpêkirin. Divê garantorên navnetewî jî miheqeq daxilî vê merheleyê bibin.”

Di Şeva Civaka Kurd de, Civaknas İsmail Beşikçi , Derûnnas Prof. Dr. Ilhan Kizilhan , Serokê Civaka Kurd a Elmenya Ali Ertan Toprak , Hevserokê Partîya Keskan yê Almanyayê Cem Ozdemir, Serokê SPD yê Thorsten Schäfer-Gumbel , Serokê Federal yê CDU yê Armin Laschet, Serokê Rûmetî yê Kaskên Kesk Dr. Rupert Neudeck, Serokê Şarederîya Hannover a D yê Dr. Herbert Schmalstieg jî amede bûn. Herwiha operevan Pervîn Çakar , kemanjen Nure Dilovanî , pîyanîst Naze İşxan jî vê şêvê de cih girtin.

Hevserokê HDPyê Selahattin Demirtaş jî jibo beşdarbûnê hatibû vexwendin lê ji ber karê xwe nekarî beşdar  bibe û peyameke ji Civaka Kurd a Elmanya rê şand.










Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst