Li Swêdê li rawestgeheke otobusan gelek kes mirin

14-11-2025
Nîşan Swêd Mirî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Swêdê Ulf Krîstérsson ragihand ku piştî bûyereke li rawestgeheke otobusan a li navenda Stockholmê gelek kes mirine û birîndar bûne.

Krîstérsson li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

"Min nûçeya trajîk wergirt ku gelek kes li rawestgeheke otobusê ya li navenda Stockholmê mirine û birîndar bûne.”

Ulf Krîstérsson got, “Em hîn sedema vê yekê nizanin" û lê zêde kir ku ew "di serî de li kesên ku bandor li wan bûye û hezkiriyên wan difikire."

Krîstérsson got ku polîs, tîmên tenduristiyê û xizmetên rizgarkirinê "karekî gelekî zehmet û girîng" dikin û bangî gel kir ku rêz û têgihîştinê nîşanî xebata wan bidin.

Heta wekî vê kêlîkê li ser hejmara mirî û birîndaran ti agahî ninin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst