Dusseldorf (Rûdaw) - Kovara “Charlie Hebdo“ ya fransî, ku bi xêza xwe ya sorker navdar e, ev cara duyemîn e ku karîkatorekî li ser zarokê kurd Alan Kurdî belav dike. Yê ku vê carê karîkatora Alan Kurdî belav kir û têde êrişî wî zarokê kurd kir, birîndarekî êrişa ser kovara Charlie Hebdo di sala 2015ê de ye.
Kovara Charlie Hebdo ku çend roj berî niha karîkatoreke zarokê kurd, Alan Kurdî belav kir û têde êrişî wî kir û di karîkatorê de wiha nîşan da, ku eger Alanê 3 salî nemiriba, ew jî dê wek koçberên din kesekî binpêkerê qanûnê û destdirêjkerê ser jinan ba, rastî nerazîbûn û rexneyên têj hat.
Gellek kes “Charlie Hebdo“ bi derbaskirina sînorê “azadiya ramanê“, “bêexlaqiyê“ û “bêhurmetiya li hemberî zarokekî mirî“ tometbar dikin. Gellek kes jî diyar dikin ku ji xwe karîkartor sorker û provokatîv e.
Li ser karîkatora vê carê wêneyê zarokê kurd Alan Kurdî yê xeniqî heye. Di jêr wî de rêzewêneyên ku Alan ber bi mezinbûnê ve nîşand didin, heta ku di dawiyê de zilamek bi dû jinekê ve dikeve û dixwaze destê xwe bide wê.
Li jora karîkatorê bi navê koçber, pirsa “Wê çi ji Alanê biçûk derketa, eger mezin bibûya?“ hatiye nivîsandiye. Bersiva li jêrê: Destdirêjkerê qûnan li Almanyayê.
Ev karîkator rasterast bi bûyerên şeva sersalê li bajarê Almanya Kolnê ve girêdayî ye, ku têde hejmareke mezin a jinên alman rastî acizkirin û destdirêjiya ji aliyê kesên ereb û yên ji bakurê Afrîkayê ve hatibûn, ku di nav kesên tawankar de hinek koçber jî haibûn girtin.
Ev karîkatorê Alan di hejmara nû ya yekemîn salvegera êrişa sala borî li dijî navenda “Charlie Hebdo“ li Parîsê de hatiye belavkirin. Di êrişa 7ê Çileya 2015ê de 12 kes hatibûn kuştin, di nav wan de 5 karîkatorîstên navdar ên heman kovarê hebûn. Karîkatorîstê ku ev karîkatûr li ser Alan Kurdî çêkiriye, Laurent Sourisseau, wê demê di êrişê de birîndar bibû.
Weke wêneyê Alanê biçûk, wê demê êrişa li hemberî navenda "Charlie Hebdo" jî bibû sedema nerazîbûnên ji seranserê cîhanê û gellek kesan piştgiriya xwe bo "Charlie Hebdo" diyar kiribû. Piştî êrişa ser Charlie Hebdo gellek kesan li ser medyayên civakî ji bo piştgiriyê kovarê li şûna wêneyê xwe "Je suis Charlie" danîbûn, ango “Ez jî Charlie me“.
Weke helwesteke nerazîbûna li ser vî karîkatûrê Alanê biçûk, bikarhênereke Twitterê nivîsandiye: “Ez êdî nema Charlie me. Ev bikaranîneke gemar a azadiya ramanê ye.“
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse