Christina Stumpp: Dîmenên li Îranê pir hovane ne

Berlîn (Rûdaw) - Parlamentera Almanyayê Christina Stumppê li ser rewşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê axivî û diyar kir ku rejîm li hemberî gelê xwe tundiyê bi kar tîne.

Stumppê her wiha destnîşan kir ku ew hewl didin Supaya Pasdaran a Îranê bixin lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê.

Parlamentera Almanyayê Christina Stumpp pirsa Rûdawê ya "Almanya çawa dikare alîkariya xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bike?" da.

Stumppê bal kişand ser dîmenên ku ji Îranê tên û got, "Ew dîmenên ku ji Îranê digihêjin me û ew wêrekiya ku gel di bin van mercan de nîşan dide ku derdikevin kolanan... Dîmenên gelekî hovane ne ku rejîm li hemberî gelê xwe tundiyê bi kar tîne."

"Pirs tenê kengî ye"

Christina Stumpp da zanîn ku nûçeyên li ser kuştina xwenîşanderan "gelekî xemgîn" in û anî zimên ku divê xelk ji bo azadiya xwe li kolanan têkoşîna xwe bidomîne.

Stumppê derbarê paşeroja rejîma Îranê jî gotinên Şêwirmendê Almanyayê bi bîr anîn û got, "Şêwirmendê Federal jî got ku ev rejîm dê hilweşe, pirs tenê kengî ye."

Hewldana lîsteya terorê

Parlamentera Almanyayê li ser hewldanên wan ên li dijî Supaya Pasdaran jî wiha axivî:

"Girîng e ku em bi nûnerê xwe yê karên derve re li ser asta Ewropayê bixebitin ku Pasdarên Şoreşê bixin lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê.

Ew li Brukselê bi Yekîtiya Ewropayê re dan û standinên kûr dike ku ev yek di demeke nêzîk de pêk were."

"Ew jinên xurt in"

Christina Stumppê amaje bi wê yekê kir ku girîng e hevgirtina xwe ya bi Îranê û xwenîşandanan re nîşan bidin û bi taybetî bal kişand ser rola jinan û got:

"Ez dixwazim balê bikşînim ser jinên wêrek ên ji sala 2022yan ve tevgerek dan destpêkirin û li kolanan ji bo azadiya xwe, ji bo ku karibin porê xwe nîşan bidin û di heman demê de karibin her pîşeya ku dixwazin hîn bibin, têkoşiyan. Ew jinên xurt in.

Ez dixwazim piştgirî û hevgirtina xwe ya tam ji bo tevahiya gelê Îranê diyar bikim. Em li cem gelê Îranê ne û em dê wekî Almanyayê her tiştê ku ji destê me tê bikin."