Parlamentera Almanyayê: Rejîma Îranê hovane tevdigere

Berlîn (Rûdaw) - Parlamentera Almanyayê Clara Bunger got, “Rejîma Îranê bi awayekî hovane li hemberî van mirovan tevdigere.”

Parlamentera Almanyayê ya Partiya Çep (Die Linke) Clara Bunger li ser rewşa dawî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê û pêwendiyên bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re ji Rûdawê re nirxandin.

Clara Bungerê bal kişand ser xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û diyar kir ku rejîm bi awayekî hovane bersivê dide xelkê.

Bunger got, "Belê, wekî me dît bi hezaran mirov derketin li kolanan û rejîm bi awayekî hov li hemberî van mirovan tevdigere.

Rapor nîşan didin ku bi hezaran mirov hatine kuştin."

“Ji gotinan zêdetir çalakî lazim in"

Bunger da zanîn ku ew wekî Partiya Çep li cem xwenîşanderan in û ji hikûmeta federal a Almanyayê xwest ku ji gotinan zêdetir gavan biavêje.

Parlamentera Almanyayê got, "Em dixwazin ku ew mirovên li vir, nexasim li Almanyayê bên parastin.

Divê biryara rawestandina dersînorkirinê li seranserî Almanyayê bê girtin û bernameyeke wergirtinê ya mirovî bê pejirandin.

Bi vî awayî mirovên ku di warê siyasî de çalak in dê li vir xwedî paşeroj û ewlehiyê bin."

Hevdîtina bi Ehmed Şer re

Clara Bunger li ser hevdîtinên dîplomatîk ên bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re jî bertek nîşan da û ew wekî "tawankarekî şer" pênase kir û got:

"Li gorî nêrîna me, nabe Almanya bi tawankarekî şer re biaxive.

Diviyabû ew nehatiba vexwendin lê belê divê peyameke zelal jê re bê şandin ku dawî li komkujiyên li dijî Kurdan bîne."

"Divê Almanya li cem Kurdan be"

Bunger tekez kir ku divê helwesta Almanyayê zelal be û got:

"Divê pir zelal be ku Almanya li cem Kurdan e û divê bi ti awayî ji Sûriyeyê re neyên vegerandin.

Em wekî Partiya Çep vê hevdîtina bi Colanî re şermezar dikin û em dibêjin divê ev yek pêk neyê."