Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê eşkere kir ku wan ji HSD û Şamê xwestiye ku dest bi diyalogê bikin.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser rûdanên Helebê û belavbûna vîdeoyên heqaret li Kurdan ji Rûdawê re axivî.
Wezaretê da zanîûn ku ew "bi dilgiranî" rewşê dişopînin. Her wiha teqez kir ku divê derbarê raporên tundiya li dijî sivîlan de lêkolîn were kirin û kiryar bên sizadan.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê bi rêya e-mailê bersiva pirsên Edîtora Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Kehî Mehmûdê da.
Berdevk li ser wan dîmenên belavbûyî ku tê de heqaret li welatiyên Kurd û termê şervanekî tê kirin, got:
"Hikûmeta Federal a Almanyayê bi dilgiraniyeke mezin raporên derbarê pevçûnên dijwar ên rojên borî yên li bajarê Helebê dişopîne."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê got,"Divê raporên derbarê tundiya li dijî sivîlan û binesaziya bajêr werin zelalkirin û kiryarên wan karan rûbirûyê sizayan bibin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê eşkere kir ku wan ji bo bidawîanîna aloziyan pêwendî bi aliyan re kiriye û got: "Rojên borî Hikûmeta Federal hem bi eşkere û hem jî bi rêya pêwendiya rasterast daxwaz ji her du aliyên şer (HSD û artêşa Sûriyeyê) kiriye ku vegerin ser maseya gotûbêjan."
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê sedema şer bi dan û standinên ku vê dawiyê sekinîne ve girê da.
Ev dan û standin nêzîkî salekê ye li ser tevlîkirina saziyên HSDyê ya ji bo nav Sûriyeya nû didomin.
Hikûmeta Almanyayê di bersiva xwe ya ji bo Rûdawê de, pêşwazî li wê agirbestê jî kir ku ji dawiya hefteya borî ve hatiye ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse