Nutella sêwî ma

15-02-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan - Dahinerê çikolata Nutellayê û xwediyê çikolattayên ferroyê Michele Ferrero li Monte Carlo koça dawî kir.

 

Xwedî û çêkerê Nutella ya ku piraniya zarokan serê sibehan bêyî wê taste naxwin, yê Italî Michele Ferrero  di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

 

Rojnameyên Îtalî ji bo mirina Michele Ferrero sernivîsa, “Bavê Nutella Mir” bikar anîn.

 

Çikolata Nutellayê li 53 welatên cîhanê tê firotin ji aliyê Michele Ferrero ve bi tevlîhevkirina findeqên hûrkirî û çikolatayê hatibû diristkirin.

Navê Ferrero di lîsteya 100 milyardêrên cîhanê de jî hebû û tê gotin ku ew xwediyê 23,4 milyar dolar bû.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst