Almanya piştgîrî da avakirina Herêma Ewle li Sûriyê

Berlîn (Rûdaw) – Şêwirmenda Almanya Angela Merkel piştgîriya xwe bo avakirina Herêma Ewle di beşeke axa Sûriyê de ragihand.

 

Medyayên Almanya îro duşemî 15ê Sibatê belav kirine, ku Şêwirmenda Almanya Angela Merkel piştgîrî daye avakirina Herêma Ewle ya li Sûriyê.

 

Li gor medyayên Almanya, Angela Merkel di hevpeyvîneke ligel rojnameya Stuttgarter Zeitung de ku biryar e sibe roja sêşemiyê 16ê Sibatê were belavkirin, behsa avakirina Herêma Ewle li ser axa Sûriyê dike û dibêje: “Ji ber wê rewşa niha, pêwîstî bi hebûna herêmekê dike, ku ti êrişên esmanî li wê derê neyên encamdan û hevdem pêwîst e ewder ji firrîna balafiran re jî qedexe be.”

 

Angela Merkel bi ragihandina piştgîriya xwe bo pêkanîna Herêma Dije Firrîn li Sûriyê dibêje: Jibo ku rê li ber êrişên aliyên şer were astengkirin, pêwîstî bi pêngaveke wek Herêma Qedexekirî heye.

 

Tirkiyê pêştir pêşniyara avakirina Herêma Ewle li Sûriyê kiribû û di hemû civînên navdewletî yên derbarê kirîza Sûriyê de jî bi hemû awayî daxwaza pêkanîna herêmek wisa kiriye.

 

Herwiha Serokê Fransa François Hollande jî amaje bi pêkanîna herêmek qedexekirî li ser axa Sûriyê kiribû.