Duzen Tekkal: Rojavayê Kurdistanê bê otonomî nabe, ev mafê me ye
Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvana Kurd a Êzidî Duzen Tekkalê diyar kir ku beşdariya şandeya Rojavayê Kurdistanê ya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê gelekî girîng e û got, "Rojavayê Kurdistanê bê otonomî nabe, ev mafê me ye."
Duzen jî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ye û doh bi Senator Lindsey Graham re axivîbû.
Duzen Tekkal bû mêhvanê bultena Rûdawê û bersiv da pirsên Sîma Abxizirê.
Duzen Tekkalê bal kişand ser girîngiya beşdariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê.
"Divê Kurd li ser maseyê bin"
Duzen Tekkal diyar kir ku beşdariya heyeta Kurdan a li Munîhê gaveke dîrokî ye û got:
"Cara yekem e ku camêr û canikên wekî Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed hatin vê derê.
Hebûna wan a li Munîhê gelekî girîng e.
Divê dengê Kurdan li cîhanê belav bibe û divê Kurd li ser maseyê bin."
"Rojavayê Kurdistanê bê otonomî nabe"
Tekkalê destnîşan kir ku bêbextî li Kurdan hatiye kirin lê dîsa jî dostên wan hene û wiha axivî:
"Bêbextî li Kurdan hat kirin, bawerî nemaye lê dîsa jî dilê xelkê ji me re dixwaze.
Wekî mînak, dilê Lindsey Graham ji me re dixwaze.
Em ne tenê ji bo xwe, em ji bo cîhan û mirovatiyê jî şer dikin.
Rojavayê Kurdistanê bê otonomî nabe. Ev mafê me ye û kes nikare bibêje Rojava nemaye."
"Em dizanin kê em parastin"
Çalakvana Kurd metirsiya DAIŞê jî bi bîr anî û got:
"Kurdên Êzidî ji zindîbûna DAIŞê ditirsin.
Dinyayê ji bîr kiriye lê keçên me hatin firotin.
Eger YPG nebûya DAIŞê dê 10-15 hezar mirovên me yên din jî bikuşta.
Me bi çavên xwe dît, em dizanin kê em parastin."