Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munîhê bi Wezîra Karên Aborî û Enerjiyê ya Almanyayê Katherina Reicheyê re civiya.

Civîn îro di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de pêk hat.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de bipêşxistina pêwendiyên aborî yên Almanyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatine gotûbêjkirin.

Her wiha mijara teşwîqkirina sermayeguzarî û veberhênana Almanyayê ya di warên cuda de hatiye nirxandin.

"Em dixwazin ji tecrubeya Almanyayê sûdê wergirin"

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgiriya berdewam a Almanyayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya wê kiriye.

Nêçîrvan Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo sûdwergirtina ji tecrubeya Almanyayê ya di warê enerjî û aboriyê de anî zimên.