Trump: Dibe ku em ji bo kêfa dilê xwe dîsa li Girava Xarkê bixin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Trump got, "Me Girava Xarkê bi temamî wêran kir lê dibe ku em ji bo kêfa dilê xwe çend carên din jî lê bixin."

Donald Trump bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke kenala NBC Newsê bû.

Donald Trump ragihand ku daxwazên agirbestê yên birêvebiriya Tehranê hene lê mercên ji bo peymaneke ku şer bi dawî bike hîn pêk nehatine.

Trump li ser "Operasyona Xezeba Destanî" û bipêşketinên dawî yên li herêmê daxuyaniyên balkêş dan.

“Îran peymanê dixwaze lê ez naxwazim”

Trump destnîşan kir ku ji bo rûniştina li ser maseya peymanê ya bi Tehranê re hîn zû ye û li pey çû:

“Îran dixwaze peymanekê çêbike lê ez naxwazim çimkî hîn merc bi têrkerî ne baş in.

Divê devjêberdana bi temamî ya ji bernameya nukleer bibe beşeke her peymanê. Divê merc gelekî giran bin.”

Ji bo Tengava Hurmizê koalîsyona navneteweyî

Trump diyar kir ku ew ji bo parastina ewlehiya Tengava Hurmizê bi welatên din re di nav hevkariyê de ne.

Wî da zanîn ku ew li bendê ne welatên wekî Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr û Brîtanyayê keştiyên şer bişînin herêmê û xwe lê berda:

"Gelek welat, bi taybetî jî yên ku ji hewldana Îranê ya girtina tengavê zerer dîtiye, ji bo ku tengavê vekirî û ewle bihêlin dê bi Amerîkayê re keştiyên xwe bişînin."

Trump pirsa “Gelo dê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê eskortiya tankerên petrolê bikin yan na?” wiha bersivand: "Ev îhtimalek e, di nav bijardeyên me de ye."

“Dibe ku em ji bo kêfa dilê xwe dîsa li Girava Xarkê bixin”

Trump piştrast kir ku hêzên Amerîkayê Girava Xarkê ku termînala petrolê ya stratejîk a Îranê ye “bi erdê re kiriye yek” û biland:

"Me Girava Xarkê bi temamî wêran kir lê dibe ku em tenê ji bo kêfa dilê xwe çend carên din jî lê bixin."

Trump da zanîn ku wan êrişî beşên din ên sektora enerjiyê nekiriye û got, "Çimkî jinûveavakirina wan bi salan dikişîne."

“Ez nizanim Mucteba Xamineyî sax e yan na”

Trump derbarê rewşa rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî gumanên xwe anîn zimên û wiha axivî:

"Ez nizanim sax e yan na jî. Heta niha ti kesî îsbat nekiriye ku ew sax e.

Ez dibihîsim ku miriye lê ev niha tenê gotegot e. Eger sax be divê ji bo welatê xwe tiştekî biaqilane bike, ew jî teslîmbûn e."

Beriya niha Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth jî gotibû ku dibe Mucteba Xamineyî ji rûyê xwe bi giranî birîndar bûbe.

Ji ber vê yekê ew li şûna vîdeoyan peyamên nivîskî parve dike.

Êrişa li ser cîranan: “Ev ji bo min şokeke mezin e”

Trump diyar kir ku ew ji êrişên Îranê yên li ser welatên cîran ên wekî Îmarat, Qeter û Erebistana Siûdî şaş maye û anî zimên:

"Di nav van bûyeran de şoka herî mezin ji bo min ev êriş bûn."

Bihayên benzînê û rexneya li Zelenskyy

Trump dilgiraniyên li ser bilindbûna bihayên benzînê yên li Amerîkayê red kirin û got:

"Ez qet ne dilgiran im. Hema ku şer biqede dê biha ji berê jî zêdetir dakevin."

Trump di hevpeyvînê de bi zimanekî tund rexne li Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy girt û wiha peyivî:

"Ez şaş dimînim bê çima Zelenskyy peymanekê nake.

Bila biçe û bi Putin re peymanekê bike çimkî Putin amade ye. Lihevkirina bi Zelenskyy re ji ya bi Putin re gelekî zehmettir e."

Trump da zanîn ku ew li hemberî dronên Îranê ne hewcedarê alîkariya Ukraynayê ne û got:

"Zelenskyy kesê herî dawî ye ku em dê alîkariyê jê bixwazin."