Pentagonê nasnameyên 6 leşkerên ku li Îraqê mirine eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) nasnameyên 6 leşkerên xwe yên ku li rojavayê Îraqê mirine eşkere kirin.

Pêncşema borî li rojavayê Îraqê balafireke leşkerî ya Amerîkayê ketibû û ew leşker di wê qezayê de miribûn.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê, her 6 leşkerên ku mirine karmendên balafira ji cureyê KC-135 bûn.

Ev balafir li hewayê sotemeniyê dide balafirên din.

Nav û bajarên leşkerên ku di qezayê de mirine wiha hatin eşkerekirin:

  • John Kleiner (33): Auburn, Alabama (Hêzên Asmanî).
  • Ariana Savino (31): Covington, Washington (Hêzên Asmanî).
  • Ashley Pruitt (34): Bardstown, Kentucky (Hêzên Asmanî).
  • Seth Koval (38): Morrisville, Indiana (Parêzvanên Neteweyî yên Asmanî).
  • Curtis Angst (30): Wilmington, Ohio (Parêzvanên Neteweyî yên Asmanî).
  • Tyler Simmons (28): Columbus, Ohio (Parêzvanên Neteweyî yên Asmanî).

CENTCOM: Ne guleyên dijminan in

Lêpirsîna li ser bûyerê didome.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) berê di daxuyaniyeke xwe de destnîşan kiribû ku balafir bi "êrişa dijminan" an jî "êrişa dostan" neketiye.

Lê "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" ya ku wekî sîwana komên milîs ên nêzîkî Îranê tê zanîn, îdia kiribû ku wan ew balafir xistiye.

Wan her wiha îdia kiribû ku balafireke din a Amerîkayê ji destê wan filitiye.

Balafira çaremîn e ku ji destpêka şer ve dikeve

KC-135 bû balafira leşkerî ya çaremîn a ku di şerê Amerîka û Îranê de dikeve.

Beriya niha jî 3 balafirên şer ên ji cureyê F-15an ji aliyê hêzên Kuweytê ve "bi xeletî" li hewayê hatibûn xistin.

Zêdetirî 60 sal in balafirên KC-135an di nav artêşa Amerîkayê de tên bikaranîn.