Fîlozofê navdar Jurgen Habermas koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlozof û civaknasê Alman Jurgen Habermasê ku yek ji bîrmendên herî bibandor ên serdema me bû, koça dawî kir.

Fîlozofê navdar Alman Jurgen Habermas li bajarê Starnbergê yê nêzîkî Munîhê di 96 saliya xwe de mir.

Jurgen Habermas yek ji bîrmendên herî girîng û bibandor ên serdemê dihat qebûlkirin.

Habermas di nirxandinên xwe yên li ser mijarên civakî û siyasî de bal dikişand ser têgeha "demokrasiyê".

Nivîskarê ku biyografiya Habermas nivîsiye Stefan Muller-Doohm ji DWyê re axivî.

Müller-Doohm got, "Di nava ramanên wî de peyva 'sêhrî' demokrasî bû.

Wî digot ku divê pergala aboriya kapîtalîst bi amûrên demokratîk were 'kedîkirin'."

Piştî şer felsefe, dîrok û aborî xwend

Jurgen Habermas sala 1929an li Dusseldorfê ji dayîk bû.

Di bipêşketina ramana wî ya "demokrasiyê" de serpêhatiyên wî yên kesane bandor kiriye.

Ew di Şerê Cîhanê yê Duyem de di yekîneyên dijîbalafiran ên Almanan de wekî leşkerê alîkar xebitî.

Habermas piştî şer perwerdeya felsefe, dîrok, derûnnasî, wêjeya Almanî û aboriyê dît.

Habermas destpêka salên 1950yî wekî rojnamegerekî serbest xebitî.

Wî sala 1956an bi vexwendina fîlozof û sosyologê navdar Theodor W. Adorno li Enstîtuya Lêkolînên Civakî ya li Frankfurtê dest bi kariyera xwe ya akademîk kir.

Habermas bû yek ji nûnerên herî navdar ên teoriya civakî ya rexneyî ya "Dibistana Frankfurtê".

Ev ekol dîsîplînên cihêreng ên di qada zanistên civakî de tîne ba hev.

Bîrmendê navdar piştî ku sala 1994an xanenişîn bû jî bi rêya gotar, pirtûk û konferansan ramanên xwe belav dikirin.

Li ser mijarên rojevê nêrînên xwe dianîn zimên

Habermas li ser mijarên siyasî yên rojevê jî nêrînên xwe dianîn zimên.

Demeke kurt piştî şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê, wî bangî aliyan kir ku bi hişmendî tevbigerin û rê li ber rîska şerekî cîhanî bigirin.

Wî di heyama piştre de jî parast ku divê li aliyekî piştgiriya leşkerî bidin Ukraynayê û li aliyê din jî bi Rûsyayê re dan û standin bên kirin.