RAPIRSÎ - Amerîkayî çi qasî piştgiriyê didin şerê Îranê?

Hewlêr (Rûdaw) - Di rapirsiya herî nû ya rojnameya Washington Postê de derdikeve holê ku dijberiya li hemberî şerê Îranê di nav Amerîkayiyan de kêm bûye.

Lê hîn jî piraniya wan tercîh dikin ku êriş werin rawestandin, ne ku berdewam bikin.

Her wiha piraniya xelkê di wê baweriyê de ye ku îdareya Trump armancên şer zelal nekirine û kuştina Amerîkayiyan jî wekî "nayêqebûlkirin" dibînin.

Rojnameya Washington Postê bi beşdariya hezar û 5 welatiyên Amerîkayî rapirsiyek kir.

Armanca rapirsiyê ew bû ku nêrîna wan a li ser şerê Amerîka û Îranê û guherîna nêrînên wan a ji destpêka şer ve fêhm bike.

Piştgirî an dijberî?

Demeke kurt piştî destpêkirina êrişan, rapirsiyeke Washington Postê diyar kir ku ji sedî 39ê beşdaran piştgirî dida "fermana Trump" a ji bo destpêkirina şer.

Di heman demê de ji sedî 52 li dijî wê bûn û ji sedî 9 jî ne piştrast bûn.

Lê di rapirsiya nû de ku bi awayekî giştî pirsa "operasyona leşkerî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê" hatiye kirin (bêyî anîna navê Trump), derketiye holê ku ji sedî 42 piştgiriyê didin, ji sedî 40 li dij derdikevin û ji sedî 17 jî ne piştrast in.

Berdewambûn an rawestandina êrişan?

Li gorî destpêka şer, rêjeya wan Amerîkayiyên ku dibêjin divê Amerîka "êrişên xwe yên leşkerî yên li ser Îranê bidomîne" ji sedî 25an derketiye ji sedî 34an.

Lê hîn jî rêjeyeke mezin, ango ji sedî 42, dibêjin divê Amerîka "di vê demê de êrişan rawestîne" ku ev rêje berê ji sedî 47 bû. Nêzîkî çaryekekê (ji sedî 24) jî dibêjin ew ne piştrast in.

Piştgiriya ji bo domandina êrişan bi rêjeyeke berbiçav di nav Komariyan, kesên serbixwe, jin û kesên ser 65 saliyê de zêde bûye.

Piraniya kesên bi temen û Komarî piştgiriya berdewamiya êrişan dikin.

Li hêla din piraniya kesên serbixwe, Demokrat, jin û kesên di bin 50 saliyê re dixwazin êriş werin rawestandin.

Zelalbûna armancan û qurbanî

Ji sedî 35ê Amerîkayiyan di wê baweriyê de ne ku îdareya Trump armancên şerê Îranê zelal kirine, li hêla din ji sedî 65 dibêjin zelal nekirine.

Li aliyê din, zêdetirî ji sedî 60ê Amerîkayiyan dibêjin ku bi liberçavgirtina armanc û xerciyên şer, hejmara kuştî û birîndarên Amerîkayê ya di şer de "nayêqebûlkirin" e.

Li gorî Pentagonê, heta niha 7 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest daye û nêzîkî 140 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî rojên destpêkê yên şerê Îraqê, Amerîkayî di şerê Îranê de li hemberî kuştina leşkerên xwe kêm bîhnfireh in.

Wekî mînak, hefteyek piştî êrişkirina ser Îraqê ya di sala 2003yan de, ji sedî 58ê xelkê di wê baweriyê de bû ku hejmara kuştî û birîndaran tê qebûlkirin.

Ewlehiya demdirêj a Amerîkayê

Bi rêjeya ji sedî 53yan li beramberî ji sedî 46an, piraniya Amerîkayiyan bi guman in ku êrişên welatê wan ên li ser Îranê dê xizmeta ewlehiya demdirêj a Amerîkayê bikin.

Ev jî li gorî rapirsiya roja yekem a êrişan daketineke neyînî ye, ku tê de ji sedî 49 di wê baweriyê de bûn ku êriş xizmeta ewlehiya wan dikin.

Ji wan kesên ku di wê baweriyê de ne ku êriş xizmeta ewlehiya wan nakin, ji sedî 20 dibêjin şer ne pêwîst bû an jî Îran ji bo wan ne metirsî bû.

Nêzîkî ji sedî 14 di wê baweriyê de ne ku şer ne bibandor e (di berawirdkirina bi şerên berê yên Rojhilata Navîn re) û heman rêje jî ji tolhildana Îranê an jî "karên terorîstî" dilgiran in.

Kesên din jî di wê baweriyê de ne ku motîv û palderên din li pişt êrişan hene û ne ji bo ewlehiya Amerîkayê ye, an jî ditirsin ku navûdengê Amerîkayê xera bibe.