Trump: Îranê 42 hezar xwenîşanderên bêguneh kuştine

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi du peyamên nû yên li ser platforma xwe ya Truth Socialê êrişî hikûmeta Îranê kir.

Trump her wiha ji ber helwestên wan ên li hemberî şerê heyî rexne li Papayê Vatîkanê û Hevpeymaniya NATOyê jî girt.

Trump di peyama xwe ya yekem de xwest ku peyama wî bigihînin Papa Leo û got:

"Ji kerema xwe bila kesek ji Papa Leoyê XIV re bibêje ku Îranê di nava tenê du mehên borî de herî kêm 42 hezar xwenîşanderên bêguneh û bêçek kuştine."

Serokê Amerîkayê careke din got ku “ti carî nayê qebûlkirin” Tehran bibe xwedî bombeya atomî.

Trump di dawiya peyama xwe de nivîsî, "Amerîka vegeriya."

Donald Trump di peyameke din a kurt de nivîsî, "NATO di dema pêwîst de li gel me nebû û dê di paşerojê de jî li gel me nebe."

Ev daxuyanî wekî îşareteke zelal a têkçûna pêwendiyên Amerîka û NATOyê tê dîtin ku sedema wê bêalîbûna welatên Ewropayê ya di şerê li dijî Îranê de ye.

Ev êrişên medyayî yên Trump di demekê de tên ku şerê Îranê niha rawestiyaye û agirbesteke 14 rojî hatiye ragihandin.