Berlîn (Rûdaw) – Wezareta Berevanî ya Almanyayê ragirtina rahênankirina hêzên Iraqî ragihand. Berdevkê Artêşa Almanyayê jî ji Rûdawê re ragihand ku ev biryar binkeyên Tacî û Hewlêrê jî li xwe digre.
Îro Berdevkê Wezareta Berevanî ya Almanyayê, li Berlînê di konferanseke rojnamevanî ya heftena de ragihand: “Ji roja duşemê ve rahênan û perwerdeya hêzên Iraqê ji aliyê artêşa Almanyayê ve hatiye rawestandin.”
Berdevkê Artêşa Almanyayê êvara çarşemê 15ê Gulana 2019an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Rawestandina perwerdekirinê li temamê Iraqê ye û herdu binkeyên leşkerî yên Tacî û Hewlêrê jî li xwe digre. Berdevkê Artêşa Almanyayê herwiha dibêje: “Ev biryar demkî ye û ji bo silametiya hêzên me hatiye dayîn.”
Herwiha Berdevkê Wezareta Berevanî ya Almanyayê diyar kir: “Rast e, ev biryar demkî ye, lê nayê wê wateyê ku sibe cardin dest pê dike. Ev pêngav li gel hevbeşên me yên din ên li herêmê hatiye avêtin û ew jî dê heman pêngavê biavêjin.”
60 şêwirmendên leşkerî yên Artêşa Almanyayê li Binkea Tacî ya li bakurê Bexdayê hene û 100 şêwirmend jî li Hewlêrê ne û ji dawiya sala 2014an ve di şerê dijî DAIŞê de alîkariya Pêşmerge dikin û piştre hêzên Iraqî perwerde dikirin.
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Almanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna aloziya navbera Îran û Waşintonê, welatê wî perwerdeya leşkerî li Iraqê dide sekinandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse