Hilbijartinên herêma NRW a Almanyayê birêve diçin
Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê hilbijartinên wê herêmê birêve diçin
Herêma Nordrhein-Westfalen a Almanyayê ku herêmeke girîng û mezin e, îro Yekşemê 15ê Gulana 2022yan hilbijartinên parlamentoya wê herêmê birêve diçin.
Hilbijartinên herêma Nordrhein-Westfalen ji bo Kurd jî girîng in, ji ber ku amarên nefermî dibêjin, yek milyon Kurd li wê herêrmê dijîn.
Hejmareke berbijêrên hilbijartina îro Kud in, ku 3 ji wan bi eşkere Kurdbûna xwe nîşan didin û şanaziyê pê dikin.
13 milyon kesan mafê dengdayînê hene
Nifûsa wê herêm nêzîkî 18 milyon kesan e û 13 milyon kesî jî mafê tevlîbûna hilbijartinê heye û berfirehtirîn Diasporaya Kurd li Ewropayê li wê herêmê dijîn.
Hejmareke Kurdan xwe ji bo parlamentoya herêmê bûne berbijêr, li Berlînê hejmara herî mezin a parlemeterên federal nûnerên wê ji Nordrhein-Westfalen e û ev jî dê bandoreke mezin li ser siyaseta derve ya wî welatî dike, lewma van hilbijartinan ji bo Kurdan jî girîngiyeke xwe heye.
Dengdêr dê 2 dengdan bidin, yek bo berbijêr û yek jî bo partiya dilxwaza xwe be.
3 berbijêrên Kurd hene
Li bajarên herêma Nordrhein Westfalen (NRW) yên ku berbijêrên Kurd lê hene, dengderên Kurd-Alman wan hildibijêrin.
Di hilbjartinên parlamentoya herêma Nordrhein Westfalen de sê berbijêrên Kurd - Alman hene.
Li bajarê Bochumê Serdar Yuksel û li bajarê Bielefeldê Nesrettin Akay ji Partiya Sosyal demokrat berbijêrin. Herwiha li bajarê Kolnê jî Berîvan Aymaz ji Partiya Keskan berbijêr e.
Di hilbijartinên 2017ê de her Serdar Yûksel û Berîvan Aymaz baweriya dengderan qezenc kiribûn. Û di hilbijartinên 2022ê de kursiyên wan di parlamentoya herêma NRW de misoger in. Dibe ku ew di hikûmeta dahatî jî de cih bigrin.
Partiya Demokratên Krîstyan li herêmê desthilatdar e
Tevî ku Sosyaldemokrat li Almanyayê desthilatdar in jî piştî 40 salan di hilbijartinên sala 2017an de li vê herêmê hember Partiya Demokratên Krîstyan têk çûn û niha jî hewl didin herêma Nordrhein-Westfalen ji nû ve bi dest bixin.
Di hilbijartina berê de, Partya Krîstyan Demokrat %33 a dengan bidets xistibûn di pileya yekem de bû û Partiya Sosyal Demokrat jî di pileya duyem de bû.
Di vê hilbijartinê de jî pêşbînî ev e hevrikiya serekî di navbera wan her du pariyan de be.