Ricarda Lang: Hikûmeta nû ya Almanyayê plan li hemberî koçberan danîne

Berdevka Partiya Keskan a Almanyayê Ricarda Langê li ser pirsgirêka koçberan got, “Kesên ku ziyanê ji xirecirê û tevliheviyê dibînin destpêkê penaber in, hikûmeta nû plan li hemberî koçberan danîne.”

Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê biryar da ku li ser sînoran polîsan zêde bike û rê nede ku koçber bikevine Almanyayê.

Endama Parlamentoya Almanyayê ya Partiya Keskan û Seroka berê ya û Berdevka niha ya partiyê Ricarda Langê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa tundkirina sînorên Almanyayê kir.

Ricarda Langê rexne li biryarên Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê yên li ser tundkirina sînoran girtin.

Langê da zanîn ku li Almanyayê kêmasiya hejmara polîsan heye û ew dixwaze polîs li nava bajaran bigerin û asayîşê dabîn bikin.

Berdevka Partiya Keskan a Almanyayê Ricarda Langê ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re behsa tundkirina sînoran û biryarên nû yên Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê kir.

Rûdaw: 8 roj in Hikûmeta Almanyayê hatiye avakirin û Wezîrê Karên Navxwe biryar da ku sînorên Almanyayê bi polîsên zêdetir kontrol bike. Çi guherîn di van 8 rojan de li ser sînorên Almanyayê rû daye.

Ricarda Lang: Ev jî bi awayekî sereke xirecirî û tevliheviyê çêdike. Wezîrê Karên Navxwe Aleksander Dobrindt nikare biryarê bide, gelo niha rewşa awarte ya Ewropayê û niştimanî ragihandiye yan na? Gelo dixwaze yasaya Ewropayê bin pê bike yan na? Yên ku ziyanê ji vê xirecirî û tevliheviyê dibînin destpêkê penaber in, divê em vê jî li vir zelal bikin ku hikûmeta nû plan li hemberî koçberan danîne, bi rastî herî zêde nemirovane ye û binpêkirineke temam a mafên mirovan e. Ev jî tê wê wateyê ku hin kes, çi mafê wan ê penaberiyê hebe yan na, li ser sînoran tên redkirin. Her wiha tiştekî din jî ku niha ji ber kontrolê rû daye ew e ku welatî û şêniyên herêmên sînorî jî niha bi wê hincetê rastî trafîkeke zêde tên li ser sînor. Her wiha kompanya jî nikarin kel û pelan di demê de bigihînin cihên wan, çimkî li ser sînor wextekî zêdetir ji wan re pêwîst e. Di dawiyê de, vê tenê xirecirî û tevlihevî û ziyan ji bo wan kesan çêkiriye ku tên û kesên ku berê jî li vir bûn.

Rûdaw: Wezîrê Karên Navxwe 3 hezar polîsên din zêde kirin, wate nêzîkî 14 hezar polîsên Almanyayê li ser sînoran kontrolan dikin. Almanya ji aliyê yasayî ve dikare koçberên ku daxwaza mafê penaberiyê dikin li ser sînoran dersînor bike?

Ricarda Lang: Bi rastî ez ji xwe dipirsim, wî ew polîs ji ku anîne û li kû kêm kirine. Çimkî me kêmasiya hejmara hêza polîsan li Almanyayê heye. Ez hez dikim ew li bajarên me bigerin, li wir asayîşê dabîn bikin, bikarin karên xwe bi rê ve bibin. Ne belaş e ku Yekîtiya Polîsan berdewam amaje bi wê yekê kiriye ku ev kontrolên sînorî bargiraniyek e ji bo wan û di dawiyê de gelekî kêm sûda wan heye. Her wiha, ew bi vê yekê yasaya Ewropayê bin pê dike, vegerandina yekalî, redkirina yekalî li ser sînor. Vê heftiyê Friedrich Merz hefteya borî, mîna yek ji yekem serdanên xwe çûbû Warşovê. Ev nîşaneke rast û girîng bû lê em bi temamî berovajî dipeyivin. Eger di heman demê de Aleksander Dobrindt fermana girtina sînoran bide, wê demê baweriya Ewropayê û dostaniya li gel hevbeşên me bi awayekî berçav bargiran dibe.

Rûdaw: Cîranên Almanyayê dilgiran in, hûn wekî partiyeke mixalefetê dixwazin çawa rûbirûyî vî karî bibin?

Ricarda Lang: Em gelekî dengê xwe bilind dikin, hem ji bo mafên mirovan û hem ji bo hevkariya Ewropayî, her wiha ji bo hikûmeteke berpirsyar. Em xwe li gel hevbeşên Ewropayî dixin nav bazineyekê ku ew jî hez nakin niha hevgirtina Ewropayê lawaz bibe. Diyar e em li tenişta wan kesan radiwestin ku niha zererê dibînin. Di salên borî de, divê em bi rexnegir lê mikur werin ku di bin hikûmeta Ampel de jî, penaber berdewam wekî dijmin hatine dîtin. Her wiha ew kirine berpirsên pirsgirêkên civakî, çi kêmasiya xaniyan be, çi pirsgirêkên sîstema perwerdeyê be. Divê em rê nedin vê yekê. Çimkî siyaseta çêkirina dijminan, siyaseta tawanbarkirinê, di dawiyê de gundekî nû çênekiriye, sîstema me ya perwerdeyê çaksaz nekiriye. Pêwîstiya me ne bi dijminên zêdetir bi çareseriyên rastîn heye.