New York (Rûdaw) - Nûnerê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ahmet Yildiz anî zimên ku welatê wî piştgiriya Sûriyeyeke yekgirtî dike.
Yildiz destnîşan kir ku divê peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de bi temamî were pêkanîn.
Ahmet Yildiz got ku divê di paşeroja Sûriyeyê de ti avaniya leşkerî yan jî îdarî ya paralelî dewletê nebe.
Ahmet Yildiz piştî rûniştineke taybet a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser rewşa Sûriyeyê, ji Rûdawê re şitexilî.
Yildiz diyar kir ku piraniya endamên Konseya Ewlehiyê li ser wan bipêşketinên ku li Sûriyeyê çêbûne geşbîn in û got:
Nûnerê Tirkiyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Ahmet Yildiz pirsên me bersivandin:
Rûdaw: Gelo tu li ser civîna îro çi difikirî?
Ahmet Yildiz: Belê, li gorî çavdêriyên min atmosfera civînê gelekî erênî bû. Piraniya endamên konseyê ew bipêşketina ku Sûriyeyê bi dest xistiye û gavên erênî yên hatine avêtin teqdîr kirin. Her wiha wan hêvî û bendewariyên xwe yên ji bo herêmeke bi aram û Sûriyeyeke ji nû ve hatî avakirin anîn zimên.
Rûdaw: Tirkiye li hevdîtinên HSD û Şamê çawa dinêre? Gelo hûn ji leza gavan û bipêşveçûna karên li Sûriyeyê razî ne?
Ahmet Yildiz: Ez nikarim bikevim hûrgiliyên vê mijarê çimkî Sûriye welatekî cîran e û em bi wan re di nav pêwendiyên nêzîk de ne. Wekî min li wir jî diyar kir, xala ku min di civînê de tekezî li ser kir ew e ku di Sûriyeyeke yekgirtî de cihê du avaniyên paralel nîne. Divê peymana navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê bi temamî were pêkanîn û hemû avanî di bin sîwana pergaleke yekgirtî de werin entegrekirin.
Rûdaw: Di hinek medyan de nûçe derketin ku dibe Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî dê here Tirkiyeyê. Gelo di vê derbarê de agahiyeke we heye?
Ahmet Yildiz: Di vê mijarê de ti şîroveya min nîne. Lê belê li ser Sûriyeyê, em bi birêvebirî û rayedarên Sûriyeyê re di nav hevahengiyeke baş û nêzîk de ne. Ji bo bipêşxistina pêwendiyên herêmî, zindîkirina aboriyê û sekinîna li hemberî êrişkariya Îsraîlê ya li herêmê, gelek kar hene ku em dikarin bi Sûriyeyê re bikin. Ji ber vê yekê ez dê li ser mijarên navxweyî yên Sûriyeyê şîroveyan nekim.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse