Pisporekî amerîkî: Giyanewerên fezayî cîhan ji şerê etomî parast


Hewlêr (Rûdaw) – Pisporekî amerîkî dibêje, hebûna giyanewerên asmanî pêşiya şerê etomî li cîhanê girtiye. 

Piporê amerîkî yê bi navê Edgar Mitchell ku şeşemîn kes e ku çûye ser Heyvê, dibêje, di serdema şerê sar de giyanewerên fezayî bûne sedema wê ku şerê etomî neqewime. 

Mitchell her wiha dibêje, dema Amerîkayê sala 1945ê yekemîn mûşeka xwe ya etomî ceriband, hinek giyanewerên fezayî ketin nav reaktorên etomî û tevahiya bombeyan pûç kirin…

Li gorî wî pisporê amerîkî, ji bo ku teknolojiya pêşketî ya ku Amerîka ji wan giyaneweran bidest xistibû nekeve destê Sovyetê, rayedarên amerîkî ji raya giştî re behsa wan giyaneweran nekirine…