Civaknasê Fransî: Avakirina Kurdistana Mezin zehmet e!
Navenda Nûçeyan - Civaknasê Fransî yê navdar Alain Touraine dibêje ew bawer nake ku piştî krîza DAIŞê “Kurdistana Mezin” were avakirin.
Alain Touraine hevpeyvînek da Haber Turkê û tê de rewşa Rojhilata Navîn nirxand.
Touraine derbarê avakirina Kurdistana Mezin de wiha got: “Li Tirkiyê bi awayekî diyar kurd hene. Kurdên li Suriyê jî kurdên li tirkiyê dişopînin. Kurdên li Îranê bi temamî di bin kontrola Îranê de ne. Li wê derê tevgerek xwedî hêz û serxwebûnxwaz a Kurdan nîne. Herwiha bila neye hêvîkirin yekîtiya kurdan zû pêk were. Kurd qebîleyên ji hev cuda ne. Mirov nikare bizane ka kurd dê bikare bibin netew an ne.”
Touraine amaje kir ku têkbirina DAIŞê bi hêzên Rojavayî ne mimkûn e, lê DAIŞ bi hêza welatên misilman dikare ji holê were rakirin û wiha domand:
“Hûn 100 hezar leşkerên amrîkî, ingilîzî û fransî bişînin herêmê jî dê ti encam jê dernakeve. Dibe ku ew leşker ji aliyê xelkên wê derê ve werin qetilkirin. Xelkê herêmê weke şerê xaçperestan bikin dê li dijî wan şerî bikin.”
Civaknas fransî diyar kir Tirkiyeyê dixwaze xwe weke li dijî rêxistina DAIŞê bide nîşandan û wiha pê de çê:
“Hikûmeta Tirkiyeyê pê hesa ku dawiya wê helwestê heye. Ti dewletên misilman heyîna xilafetê qebûl nake. Helwesta Erdogan a DAIŞê ji aliyê Amerîka û dewletên Rojavayî ve giran li ser sekinî. Ew helwesta wî ji aliyê gelên Titrkiyeyê ve jî nedihat pesendkirin.”