Lûtkeya Putin û Trump: Trump dixwaze îşev agirbest pêk were
Hewlêr (Rûdaw) - Kremlîn pêşbînî dike ku lûtke 6 heta 7 saetan berdewam bike û Trump got, "Eger Putin bi agirbestê razî nebe, ez dê dilxweş nebim."
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îşev li Alaskayê dicivin da ku dawî li şerê Ukraynayê bînin.
Trump daxwaza agirbesteke bilez dike lê Kremlîn xwe ji bo civîneke dirêj û bibereket amade dike.
Donald Trump di balafira serokatiyê de ji rojnamegeran re got, "Ez dixwazim bi lez agirbestê bibînim. Nizanim ka dê îro bibe yan na lê eger îro nebe ez dê dilxweş nebim."
Serokê Amerîkayê her wiha got, "Ez tenê dixwazim kuştin raweste."
Trump amaje bi wê yekê kir ku berî destpêkirina gotûbêjan "tiştek nehatiye çareserkirin" lê agirbest yek ji wan "tiştên diyarkirî" ye ku ew ji vê civînê dixwaze.
Li ser rola Ewropayê, Trump got, "Ev ne bi Ewropayê ve girêdayî ye. Ewropa ji min re nabêje çi bikim" lê wî diyar kir ku ew û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy jî dê di pêvajoyê de cih bigirin.
Trump li ser Putin jî got, "Mirovekî zîrek e û rêzeke baş di navbera me her duyan de heye."
Kremlîn: Civîn dê herî kêm 6 saetan biajo
Li aliyê din, Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov ragihand ku ew li bendê ne ku lûtke herî kêm 6 heta 7 saetan berdewam bike.
Civîn dê li baregeha leşkerî ya Elmendorf-Richardson a li bajarê Anchorage yê Alaskayê, saet 10:30ê dest pê bike.
Pêşî dê Putin û Trump bi tenê bi amadebûna wergêran bicivin, piştre jî dê civîneke berfireh bi beşdariya şandeyên her du welatan were lidarxistin.
Tê payîn ku di dawiyê de her du serok konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar li dar bixin.
Mijara sereke ya lûtkeyê gotûbêjên aştiyê yên li ser şerê Rûsya-Ukraynayê ne, di nav de pêşniyara Trump a ji bo "guhertina axê" û mercên agirbestê.
Her wiha tê payîn ku li ser hevkariya aborî, sivikkirina cezayên li ser Rûsyayê û kontrolkirina çekên atomî jî were axaftin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro li Anchorage got, "Helwesta me zelal û eşkere ye. Em dê wê yekê pêşkêş bikin."
Rûsya dixwaze ku Ukrayna dev ji çar herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporizhzhia û Kherson berde ku sala 2022yan dagir kiribûn.
Her wiha Rûsyayê Kirim jî sala 2014an tevlî axa xwe kiribû û niha ji sedî 19ê axa Ukraynayê kontrol dike.
Moskow her wiha dixwaze ku Ukrayna dev ji xewna endamtiya NATOyê berde lê Ukraynayê heta niha ev merc red kirine.
#GRAFÎK - Lûtkeya Putin û Trump dê herî kêm 6 - 7 saetan berdewam bike#VladimirPutin #DonaldTrump pic.twitter.com/8xPtayG7rK
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 15, 2025