ÎTALYA - Kurdan mohra xwe li Festîvala Gelan da

Hewlêr (Rûdaw) - Doh li bajarê Bolzanoyê yê Îtalyayê bi beşdariya 25 netewe û komeleyên cuda Festîvala Çandî ya Gelan hat lidarxistin.

Komeleya Çandê ya Kurdan a Bolzanoyê bi cil, govend û xwarinên xwe yên neteweyî mohra xwe li festîvalê da.

Di vê festîvala salane ya ku ji aliyê Şaredariya Bolzanoyê ve tê organîzekirin de neteweyên cihêreng ên li herêmê dijîn, çand û folklora xwe nîşan didin.

Komeleya Çandî ya Kurdan îsal jî bi cil û berg, alaya Kurdistanê, xwarin û govendên Kurdan beşdarî festîvalê bû.

Cilên Kurdan ên rengîn, bi taybetî cilên mêran, bala beşdaran kişand û wekî "cilên herî xweşik" hatin pênasekirin.

Her wiha zarokekî Alman ê ku li ser keviran neqşên Kurdan çêdikirin û wekî diyarî didan beşdaran bû dîmenekî xweş ê festîvalê.

Armanca sereke ya festîvalê ew e ku mirovên ji çand û neteweyên cuda bîne cem hev, derfetê bide wan ku hev nas bikin û pirrengiya çandî pîroz bikin.

Di festîvalê de muzîk, govendên folklorîk û xwarinên kevnar hatin pêşkêşkirin.

Herêma Trentino-Alto Adigeyê (Tîrola Başûr) ku Bolzano paytexta wê ye, xwedî dîrokeke dewlemend a pêkvejiyanê ye û sê zimanên wê yên fermî hene: Îtalî, Almanî û Ladînî.

Ev pirrengiya çandî, zemîneke xurt ji bo festîvalên bi vî rengî ava dike.

Festîval ne tenê bernameyeke şahiyê ye, di heman demê de sembola diyaloga navbera çandan û girîngiya pêkvejiyanê ye ku şaredarî, dêr û rêxistinên civaka sivîl bi xurtî piştgiriyê didinê.