Amerîka plan dike ku li baregehên leşkerî enerjiya nukleer bi kar bîne
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Amerîkayê ji bo ku di rewşên wekî şert û mercên neyînî yên hewayê, êrişên sîber an qutbûna şebekeyê de elektrîkê bide baregehên leşkerî bernameyek da nasandin ku tê de enerjiya nukleer dê were bikaranîn.
Di daxuyaniyeke nivîskî ya Artêşa Amerîkayê de hat ragihandin ku ji ber zêdebûna pêdiviya bi enerjiyê, di civîna salane ya Komeleya Artêşa Amerîkayê (AUSA) de dest bi bernameya "Janus"ê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca vê bernameyê ew e ku "di çarçoveya kapasîteyên nifşê nû de di sektorên girîng ên wekî enerjiya nukleer de enerjiya ewletir ji artêşê re were dabînkirin."
Li gorî biryara bi navê "Bikaranîna Teknolojiyên Reaktora Nukleer a Bipêşketî ji bo Ewlehiya Neteweyî" tê payîn ku reaktorên nukleer ên ku dê enerjiyê peyda bikin, ji 30ê Îlona 2028an û pê ve li baregehan bên danîn.
Li gorî nûçeya rojnameya The Wall Street Journalê, di çarçoveya bernameya Janusê de tê plankirin ku bi "mîkro reaktor"ên ku dê li baregehên leşkerî bên danîn, kareba bê hilberandin.
Armanc ew e ku di rewşên wekî şert û mercên neyînî yên hewayê, êrişên sîber, qutbûn an jî kêmbûna şebekeyê de, ev reaktor ji bo çek û operasyonên baregehên sereke enerjiyê peyda bikin.