BRÎTANYA - Otelên Penaberan: Ji bihişta xeyalan ber bi dojeheke rastîn

London (Rûdaw) – Penaberên ku bi xeyalên mezin berê xwe dabûn Brîtanyayê niha li otelan girtî ne û xeyalên wan bûne dojeh.

Rewşa koçberan a li Brîtanyayê, bi taybetî di demên dawî de baleke mezin heq dike.

Rûdaw vê hefteyê dosyeyeke taybet vedike û rewşa penaberên ku di otelan de tên bicihkirin dişopîne.

Hevkara me Ala Şalî li Londonê çîroka hevjîneke Kurd a ji Başûrê Kurdistanê tomar kir ku nêzîkî çar sal û nîv e di otelekê de wekî "girtiyan" dijîn.

"Jiyaneke wekî girtîgehê di otelan de"

Çîroka van her du hevjînên ciwan, rêwîtiyek e ji bihişta xeyalan ber bi dojeheke rastîn ve.

 Ew di sala 2020an de ji ber pirsgirêkeke civakî ji welatê xwe derketine û wan berê xwe daye Brîtanyayê.

Ew her du hevjîn li şûna ku bigihîjin aramiyê nêzîkî çar sal û nîv e ku di otelên Brîtanyayê de wekî girtiyan dijîn û hîn jî ji tirsa eşkerebûnê nikarin rûyê xwe nîşan bidin.

Yek ji penaberên ku nexweşiya şekir û penceşêrê pê re heye, rewşa xwe wiha tîne zimên:

"Ez li Kurdistanê ji ber pirsgirêkeke civakî derketim û bi ti awayî nikarim vegerim. Têkiliya min bi xizmên min re nemaye.

Li vir jî ez bi xwe nexweş im. Rewşa min a derûnî di van çend salan de gelekî xirab bûye.

Du neştergeriyên mezin ji min re hatine kirin û gelek raporên min ên bijîşkî hene lê heta niha tiştek ji bo min nehatiye kirin."

Hevjînê wê jî behsa bêhêvîtiya jiyana rojane kir û wiha pê de çû:

"Jiyana me tenê çûn û hatina ji otelê ye. Tu li banê otelê dinêrî, ti karê te tune ku bikî. Em hefteyê tenê neh poundan distînin.

Bi rastî neh pound ji bo kesekî asayî yê vî welatî ne tiştek e, heta bihayê qehweyekê jî nake.

Ev welat destûrê nade penaberan ku kar bikin da ku li ser lingên xwe bisekinin.

Ji bo kesekî wek min ku hevjîna wî nexweş e, ev rewş gelekî zehmet e û ez hest dikim neheqiyeke mezin li min hatiye kirin."

"Min bi dehan caran xwest xwe bikujim"

Daxwaza wan a mafê penaberiyê du caran hatiye redkirin, mafê wan ê kar nîne û paşeroja wan jî tarî û nediyar e.

Vê rewşa bêhêvîtiyê bandoreke kûr li ser derûniya wan kiriye.

Penabera nexweş di berdewamiyê jî de got,"Dema tu neçar dimînî welatê xwe biterikînî, tu xeyal dikî ku dê her tişt hêsan bibe.

Dema tu bersiveke mirovane wernagirî, hemû jiyana te têk diçe. Wê demê tu hest bi hilweşînê dikî.

 Ez niha hest bi bêhntengiyeke mezin dikim. Min bi dehan caran xwestiye xwe bikujim...

Min dixwest bibim dayik lê rewşa min a derûnî ew qasî xirab e ku ez nikarim wê yekê jî bikim."

Penber "di navbera du destaran de" ne

Ji ber nebûna cihê niştecihbûnê, hikûmeta Brîtanyayê koçberên neyasayî li otelan bi cih dike.

Destûr nayê dayîn ku dezgehên ragihandinê jiyana wan a nav otelan nîşan bidin.

Yek ji van otelan, oteleke mezin a 311 odeyî ye li nêzîkî Londonê ku bi dehan malbatên koçber tê de xewna azadiyê dibînin.

Koçberên di otelan de di navbera du destaran de mane.

Ji aliyekî ve, partiyên rastgir wan ji bo handana dengderên dijî koçberan bi kar tînin û dibêjin ku ew bê pere li wan otelan dimînin.

Ji aliyê din ve, koçber bi xwe dixwazin ji wan otelan derkevin lê hikûmet ji bo demeke dirêj wan li wir dihêle.

"Rêyeke dirêj û bi asteng a yasayî"

Biryarên nû yên hikûmeta Brîtanyayê xew li hezaran koçberan herimandiye.

Êdî mafê penaberiyê ji koçberên neyasayî re bi taybetî yên ku bi rêya Kanala Îngilîz hatine nayê dayîn.

Parêzer Alan ku li yek ji kompanyayên navdar ên şêwirmendiya yasayî kar dike pêvajoya penaberiyê wiha şîrove dike:

"Wezareta Karên Navxwe di hevpeyvîna yekem de ji sedî 95 ji daxwazan red dike, ji ber ku bawer nake ku belgeyên pêwîst hebin.

Pêvajo bi salan diajo; piştî ku serlêdan tê kirin, şeş heta heft mehan digire heta ku statuya penaxwaziyê bê qebûlkirin.  

Paşê ji bo hevpeyvînê salek û ji bo dadgehê jî du sal bendewarî heye."

Zagonên nû paşeroja penaberan tarîtir dikin

Parêzer Alan dibêje ku peymana di navbera Brîtanya û Fransayê de û zexta partiyên wekî Partiya Reformê bûye sedema derxistina zagonên tundtir.

Parêzar Alan di berdewamiyê jî de got, "Partiya Reformê zexteke mezin li ser partiya desthilatê dike.

Yek ji daxwazên serokê partiyê Nigel Farage ew e ku êdî mafê mana daîmî nemîne.

Daxwazeke din jî ew e ku kesên tên vî welatî nikaribin malbatên xwe bînin, heta ku şertên aborî yên diyarkirî pêk neynin.

Mixabin ji meha nehan a îsal ve biryarek kete meriyetê ku eger tu bixwazî malbata xwe bînî, divê dahata te 29 hezar pound be û xaniyekî te hebe."

"Divê rêyeke yasayî ji bo koçberiyê hebe"

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê, tenê par 37 hezar kes bi rêya qeyikan xwe gihandi Brîtanyayê.

Ev hejmar îsal di 11 mehan de gihiştiye zêdetirî 38,700 kesan. Ev rewş dibe sedem ku hinek welatiyên Brîtanyayî jî banga rêyên yasayî bikin.

Welatiyê Brîtanyayê Nick jî li ser rewşa penaberan ji Rûdawê re got:

"Bi baweriya min, divê destûr bê dayîn ku ew kar bikin û debara xwe bikin. Ez bawer nakim divê koçberî bê rawestandin lê divê rêyeke yasayî ji bo koçberiyê hebe.

Divê ti handerek ji bo koçberiya neyasayî nebe. Partiya Reformê bi bingehîn li dijî koçberan e û xelkê han dide, ji ber vê yekê ez li dijî wan im."

Li gorî Encumena Penabeiyê ya Brîtanyayê, ji ber tevdîrên nû, îhtimal heye ku welatînameya Brîtanyayê bi nêzîkî 71 hezar penaberan neyê dayîn.