Behcet Hesen: Ez dixwazim bi bazdanê vegerim welêt
Dusseldorf (Rûdaw) -Werzişvanê Kurd ê bazdana dûr û dirêj (ultra-run) Behcet Hesen, di pêşbirkekê de sê şev û sê rojan li pey hev beziya.
Hesen di nav 10 rojan de 1,200 kîlometre ji Munîha Almanyayê heta Romaya paytexta Îtalyayê beziyaye.
Behcet Hesen ku 23 sal in li bajarokê Kempten ê Almanyayê dijî, çîroka xwe ya serkeftinê ji bo Rûdawê vegot.
Hesen diyar dike ku ev werziş ne tenê hêza laşî, belkî di serî de hêza mêjî û îradeyê diceribîne.
Sira serkeftina Behçet Hesen
Behcet Hesen sira serkeftina xwe di sê stûnên sereke de kurt dike ku li gorî wî ew jî ji rahênana derûnî, sîstema xwarinê û hêza laşî pêk tên.
Behcet da zanîn ku beşa herî girîng rahênana derûnî ye û got, "Mêjiyê mirov gelekî berxwedanê dike. Min tembelî di laşê xwe de kuşt."
Werzişvanê Kurd ji bo ceribandina hêza mêjiyê xwe, ew 24 saetan di odeyeke 6 metrî de zîvirî ye.
Behcet Hesen di dema bazdanê de, rojane 20 hezar kalorî dişewitîne.
Ji ber vê yekê, sîstemeke wî ya taybet a xwarinê heye ku ji xurme, moz û xwarinên din ên bi enerjî pêk tên.
Hesen ji bo parastina enerjiyê û kêmkirina zexta li ser lingan, şêwaza navîn a pê bi kar tîne.
Tevî vê zexta mezin a li ser laşê wî, bijîşk ji tenduristiya wî ya baş matmayî dimînin.
Behcet Hesen li ser tenduristiya xwe got, "Di bîst salên borî de dibe ku ez sê caran nexweş ketibim, yek ji wan koronayê bû."
"Xewna min ew e ku ez bi bazdanê vegerim Kurdistanê"
Behcet Hesen xewn û armancên xwe yên ji bo paşerojê jî anî zimên û got,"Xewna min a herî mezin ew e ku ez bi bazdanê vegerim Kurdistanê.
Piştî 25 salan, ez naxwazim bi balafirê yan otomobîlê vegerim, ez dixwazim bi lingên xwe bigihîjim welêt."
Hesen her wiha plan dike ku li Hewlêr an Silêmaniyê çalakiyên xêrxwaziyê li dar bixe.
Werzişvanê Kurd dixwaze bi bazdana berdewam a çend şev û rojan, alîkariyê ji bo Nexweşxaneya Hîwayê û zarokên şehîdan kom bike.