Rûsya 22 keştiyên şer dişîne deryaya Baltîk

15-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Rûsya 22 keştiyên şer dişîne deryaya Baltîk û ev yek jî welatên Baltîk dilgiran dike, ku artêşa welatên Swêd, Lîtwanya, Latîvya û Îstonya ketine rewşa amadebaşiyê de.

Artêşa Rûsya tenê 5 km ji welatê Lîtwanya dûr e. Ev liv û tevgera leşkerî, eger di dema Şerê Sar de hatiba dîtin.

Wezareta Derve ya Swêd di daxuyaniyekê de ragihand: “Kêm ma bû ku balafireke Rûsya, balafireke me ya sivîlan xistiba, ku ji Danîmark dihat.”

Ji tirsa serhildana şerekî yan jî aloziyekî mezin li navçeyê, Artêşa Swêdê daxwaz ji serbazên xwe yên kevin kir ku vegerin navendên leşkerî.

Welatên Baltîk xwe li ber ti êrişekî Artêşa Rûsya nagrin, lewma neçar in ku berê xwe bidin NATOyê û niha artêşa welatên Swêd, Lîtwanya, Latîvya û Îstonya ketine rewşa amadebaşiyê de.

Çavkaniyeke leşkerî ji NATOyê ragihand ku, tenê di rojekê de 32 balafirên şer ên Rûsya li ser asmanê navçeyê firiya ne.

Ji bilî Swêd, dewletên din ê Baltîk di nava Yekîtiya Sovyat a Berê de bûn, ku piştî sala 1991 neme û wan dewletan serxwebûna xwe ragihand.

Aloziya di navbera welatên rojava û Rûsya, welatên Baltîk neçar kiriye ku xwe pirçek bikin û ev yek jî bûye bargiraniyeke aborî li ser milê wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst