Civîneke krîtîk li Berlînê: Plana 20 xalî hat nirxandin
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên Amerîka û Ukraynayê doh li Berlînê civiyan û li ser "plana aştiyê ya ji 20 xalan" û ajandayên aborî gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff li ser platforma Xê parve kir, civîna di navbera Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, Steve Witkoff, zavayê Serokê Amerîkayê Donald Trump Jared Kushner û şandeyên her du welatan de zêdetirî 5 demjimêran ajotiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nûneran li ser plana aştiyê, ajandayên aborî û mijarên din "gotûbêjên kûr" kirine.
"Bipêşketineke baş çêbû"
Witkoff di daxuyaniya xwe de got, "Bipêşketineke baş çêbû û ew dê duşemê serê sibehê careke din bicivin."
Almanya mazûvaniya van şêwirînan dike ku beriya lûtkeyeke berfirehtir a îro pêk tên.
Di lûtkeya îro de tê payîn ku Zelenskyy, serkirdeyên Ewropayê û nûnerên Yekîtiya Ewropa û NATOyê werin cem hev.
Hîn jî ne diyar e bê ma berpirsên Amerîkayî dê beşdarî wê civîna lûtkeyê bibin yan na.
Zelenskyy doh gihişt Berlînê da ku ji bo agirbesteke gengaz û çarçoveya aştiyê ya bi Rûsyayê re gotûbêjên dijwar bike.
Serokê Ukraynayê beriya civînê ragihand ku Kîev niha li pey garantiyên ewlehiyê yên dualî yên hem bi Washingtonê re û hem jî bi welatên Ewropayî û welatên din ên wekî Kanada û Japonyayê re ye.
Pêvajo
Ev civîn xelekeke nû ya zincîra hevdîtinan e ku balê dikişînin ser çarçoveya aştiyê ji bo bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê.
Berê jî li Swîsre û Amerîkayê hevdîtin hatibûn kirin.
Meha çiriya paşîn, berpirs li Cenevreyê civiyabûn û pêşnûmeya "çarçoveya aştiyê ya safîkirî" amade kiribû ku nûjenkirina plana berê ya 28 xalî ya Amerîkayê bû.