Li mala derhênerê navdar Rob Reiner termên du kesan hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li mala derhêner Rob Reiner a li Los Angelesê du kesên mirî hatin dîtin.

Li gorî nûçeya NBC Newsê, li mala sînemager Rob Reiner a li bajarê Los Angelesê termên du kesan hatine dîtin.

Li gorî çavkaniyên hêzên ewlehiyê, termên zilamekî 78 salî û jineke 68 salî li taxa Brentwoodê ya li rojavayê bajêr di nav xaniyekî de hatin dîtin.

Rayedaran heta niha nasnameya kesên mirî û sedema mirina wan eşkere nekiriye.

Hat diyarkirin ku tîmên tenduristiyê roja yekşemê saet 15:30î (bi dema herêmî) çûne malê û pişt re polîs sewqî cihê bûyerê hatine kirin.

Rob Reinerê 78 salî lîstikvan û derhênerekî navdar e ku fîlmên wekî "The Princess Bride", "When Harry Met Sally" û "A Few Good Men" çêkirine.

Fîlma "A Few Good Men" ji bo xelata Oscarê (Academy Award) wekî fîlmê herî baş hatibû berbijêrkirin.