Trump: Yên ku leşkerên me kuştin dê berdêleke giran bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku yên li bajarê Tedmûrê yê Sûriyeyê 2 leşkerên Amerîkayê û wergêrek kuştine dê "berdêleke giran" bidin.

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku êrişkar endamekî "tundrev" ê hêzên ewlehiyê yên giştî ye lê Trump diparêze ku êrişkar ne girêdayî hikûmeta Şamê ye û ew DAIŞî ye.

Trump di şîva ku ji bo nêzîkbûna Noelê li Koşka Spî hat dayîn de ji mêhvanan re axivî û got:

"Ez dikarim ji we re bibêjim ku ziyaneke gelekî mezin dê bigihêje wan kesên ku ev kiryar li Sûriyeyê pêk aniye.

Wan kesek (bi awayekî takekesî) kuşt lê di paşerojê de dê ziyaneke gelekî mezin hebe."

"Ne hikûmeta Sûriyeyê, DAIŞê kir"

Trump li ser bikirên wê êrişê jî bi vî rengî peyivî:

"Em li Sûriyeyê rastî êrişê hatin û sê welatparêzên me yên mezin ji aliyê kesên xwedîniyetên xerab ve hatin kuştin, ev ne ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hat kirin, ev DAIŞ bû.

Hikûmeta Sûriyeyê mil bi mil bi me re şer kir. Serokê nû mil bi mil bi me re şer kir."

Wezareta Karên Navxwe: Fikrên êrişkar radîkal bûn

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê roja yekşemê piştrast kir ku êrişkar endamê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bûye.

Wezaretê diyar kir ku agahiya wan hebû ew kes xwedî fikrên "tundrev" e û di demeke nêzîk de dihat plankirin ku ji nav refên hêzan were dûrxistin.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba ji televizyona dewletê re daxuyand ku saziyan biryar dabû "roja yekşemê wî ji kar dûr bixin" ji ber ku "xwedî fikrên Îslamî yên radîkal bû."

Di nav teşkilatê de girtin hene

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Sûriyeyê heman rojê ji AFPyê re axivî û diyar kir ku ew kes endamê Teşkilata Ewlehiya Giştî bûye.

Piştî êrişê di çarçoveya lêpirsînê de zêdetirî 11 endamên heman teşkilatê hatine girtin.

Wê çavkaniya ku nexwest navê xwe bide ji AFPyê re got:

"Kirdeyê êrişa Tedmûrê zêdetirî 10 meh in endamê Ewlehiya Giştî ya Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ye.

Beriya ku veguhêzin Tedmûrê li gelek bajarên din bi teşkilata Ewlehiya Giştî re xebitiye."

Ji dawiya sala borî û rûxîna desthilata Esed ve ev bûyera yekem a bi vî rengî ye.

Hûrgiliyên êrişê

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja şemiyê soza bersivdayîna êrişê dabû û diyar kiribû ku êriş li herêmeke "gelekî metirsîdar" pêk hatiye ku ne di bin kontrola tam a hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de ye.

Li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), di êrişê de 2 leşkerên Amerîkayê û wergêrek hatine kuştin.

Medyaya Sûriyeyê berê ragihandibû ku 2 leşkerên Sûriyeyê birîndar bûne.

Pentagonê jî eşkere kir ku êrişkar ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve hatiye kuştin.

Her wiha hat piştrastkirin ku 3 leşkerên din jî birîndar bûne û ew hêza hevpar ji bo piştgiriya operasyonên li dijî DAIŞê li Tedmûrê bûye.

Şam meha borî di serdana Ehmed Şer a Washingtonê de bi awayekî fermî tevlî Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bûbû.

Hêzên Amerîkayê bi giranî li herêmên Rêveberiya Xweser û li Baregeha Tenefê ya nêzîkî sînorê Urdinê bi cih bûne.

Washington dibêje leşkerên wan ji bo têkoşîna bi DAIŞê re û piştgiriya hevalbendên xwe yên herêmî li wir in.