Hewlêr (Rûdaw) –
Îro ji ber ketina firokeyeke barhilgir a Tirkiyê li Qirqîzistanê, 37 kesan jiyana xwe ji dest dan û zirareke mezin gihîşt avahiyên devera ku bûyer li wê derê qewimî.
Balafira Rêya Hewayî ya ACT a Tirkiyê ku ji Hong Kongê ber bi paytexta Qirqîzistanê bajarê Bîşkekê ve diçû, li Qirgîzistanê bi ser avahiyên taxekê de ket.
Li gorî agahiyan firokeya balhilgir ya Tirkiyeyê li nêzîk firkoexaneya Mansa a Bîşkekê kete xwarê û di encamê de 37 kesan jiyana xwe ji dest dan, ku piraniya wan xelkê wê taxê ne, ku firoke li wê derê ketiye xwarê.
Wezareta Tendirustiyê ya Qirgîzistanê destpêkê ragihandibû ku di encama bûyerê 32 kesan canê xwe ji dest dane, ku 1 ji wan zarok e. Aliyên pêwendîdar ên Qirqîzistanê dane xuyakirin, ku hejmara qurbaniyan ber bi zêdebûnê ve diçe.
Herwiha firokeya ketî zirar daye 15 avahiyên cihê bûyerê.