Norwec penaberekî Kurd dersînorî Îranê dike: Jiyana wî di metirsiyê de ye

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyekî ji Rojhilatê Kurdistanê piştî ku 17 salan li Norwecê ma hat desteserkirin.

Hevjîna wî da zanîn, biryar hatiye dayîn ku wî bi zorê bişînin Îranê û hincet jî "pêwendiya wî bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re hebûye û şandina wî metirsî ye li ser jiyana wî."

Mihemed Emîn Pûrê ku bi navê "Sîrwan" tê naskirin û bavê keçeke 8 salî ye, piştî 17 salên mayîna li Norwecê hat desteserkirin û navê wî hatiye tomarkirin da ku dersînorî Îranê were kirin.

Hêro Bextyara hevjîna Sîrwan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Sîrwan sala 2008an ji Îranê reviya û berê xwe da Norwecê, piştî 7 salên daxwazkirina mafê penaberiyê li wî welatî ti bersivên erênî wernegirtin."

Piştî ku daxwaza mafê penaberiyê ya Sîrwan li Norwecê tê redkirin, sala 2016an li Swêdê Hêro Bextyarê nas dike û dizewicin, niha keçeke wan a 8 salî heye.

Hêro Bextyarê da zanîn:

"Piştî rêkarên fermî yên girêbesta hevjîniyê ya bi min re, hevjînê min zêdetirî 5 caran daxwaza mafê penaberiyê li Swêdê kir lê dihat redkirin û ji bo Norwecê dihat şandin."

Meha 11an a sala borî, dema Sîrwan ji Norwecê dixwaze biçe cem Hêro Bextyara hevjîna xwe û Mariaya keça xwe ya li Swêdê, polîsên Swêdê wî desteser dikin û mehek û nîvan li kampa taybet a dersînorkirinê dihêlin û paşê radestî Norwecê dikin.

Hêro Bextyarê got:

"Polîsên Norwecê 5ê mehê ew veguhast kampa taybet a şandinê, pêwendî bi min re kir û got dixwazin bi zorê min bişînin Îranê.

Ew biribûn balafirgehê jî, li wir nerazîbûn nîşan dabû, çend kesên Norwecî jî alîkarî kiribû û şandina wî hatibû bipaşxistin."

Li gorî gotina hevjîna wî, pêwendiya wî bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) re hebûye û şandina wî ya Îranê metirsiyê dixe ser jiyana wî.

Hêro Bextyarê behsa rewşa niha ya hevjînê xwe kir û anî ziman:

"Niha jî li kampê ye û dibêjin dê wî bişînin lê mixabin rewşa niha ya Îranê gelekî xerabtir e û şandina wî bi temamî jiyana wî dixe metirsiyê."

Hêro Bextyarê diyar kir ku desteserkirina Sîrwan a li Norwecê bandor li keça wan a 8 salî jî kiriye û got:

"Mariaya keça me bi hizrên aloz ketiye û her dipirse 'Dê çi were serê bavê min, li Îranê wî dikujin an çi lê dikin?'

Heta wisa lê hatiye ev çend roj in naçe dibistanê û behsa rewşa xwe ya derûnî ji mamosteyên xwe re jî kiriye."

Ew welatî daxwazê ji rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê dike ku ji bo rêgirtina li şandina "bi zorê" ya hevjînê wê destwerdanê bikin û rê nedin radestî Komara Îslamî ya Îranê were kirin.