Ehmed Şer diçe Almanyayê: Bernameya ziyaretê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Sebastian Hille ragihand ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer dê 19-20ê Kanûna Paşîn Berlînê ziyaret bike

Sebastian Hille di civîna çapemeniyê ya li Berlînê de diyar kir ku Ehmed Şer dê roja sêşemê li ser vexwendina Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz li Serokwezîriyê bi wî re bicive.

Hille da zanîn ku piştî hevdîtinê dê konferanseke hevpar a rojnamegeriyê bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, Ehmed Şer piştî vê hevdîtinê dê li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Almanyayê bi nûnerên şirketên girîng ên aboriya Almanyayê re tevlî civîna maseya gilover bibe.

Hat diyarkirin ku Wezîra Aboriyê Katherina Reiche û Wezîrê Karên Derve Johann Wadephul jî dê di wê civînê de amade bin.

Hille eşkere kir ku Ehmed Şer di çarçoveya hevdîtinên xwe yên Berlînê de dê bi Serokkomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier re jî bicive.