Îro encamnameya hevdîtinên Astane tê ragihandin

16-02-2017
RÛDAW
Nîşan Civênên Astana Rûsya Îran Tirkiye Sûriye
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Îro encamnameya hevîditinên Astanayê tê ragihandin, civînan bi awayekî girtî destpê kirin.


Şandiyê Rûdawê li paytexta Qazaxistanê ragihand ku dê heya seat 16.00ê hevdîtinên li Astanayê bidawî bibin û encamname jî bi awayekî fermî di kongreyeke rojnamevanî de bê ragihandin.


Li gorî agahiyên şandiyê Rûdawê, vê carê Şandiyê Netewên Yekbûyî Stefan De Mistura ji bo qeyrana Sûriyê jî amade nebûye û Tirkiye jî di asteke nizim de beşdar bûye.


Berê cîgirê wezîrê derve yê Tirkiyê amade bibû, lê vê carê navê serokê şanda Tirkiyê nehatiye ragihandin, lê serokê şanda hikûmeta Beşar Ceferî ji 14ê vê mehê ve li Astanayê ye.


Îro, roja Pencşemê 16ê Sibatê şandeke leşkerî ji dijbereya Sûriyê û şandeke hikûmeta Sûriyê li Astana li gel welatên serpereştyar Îran, Tirkiye û Rûsyayê dicivin û rewşa agirbestê li Sûriyê gotûbêj dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst