Trump bangî Hemasê kir: ‘Demildest çekan deyne’
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din bal kişand ser planên navneteweyî yên ji bo aştiya li Xezeyê kir û bangî Hemasê kir ku "demildest çekan deyne."
Donald Trump di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê 19ê Sibata 2026an li Washingtonê li "Enstîtuya Donald Trump a Aştiyê" bi endamên "Lijneya Aştiyê" re bicive.
Trump da zanîn ku di wê civînê de dê were ragihandin ku welatên endam zêdetirî 5 milyar dolaran wekî alîkariya mirovî û ji bo avakirina Xezeyê terxan kirine.
"Divê Hemas demildest çekan deyne"
Trump diyar kir ku bi hezaran karmend ji bo "Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî" û polîsên xwecihî dê bên dabînkirin da ku ewlehî û aramiya şêniyên Xezeyê biparêzin.
Lê belê Trump destnîşan kir ku mercê sereke yê serkeftina vê pêvajoyê ew e ku "Hemas pêbendî sozên xwe yên ji bo çekdanîna tam û demildest be."
Plana Amerîkayê û encamên wê
Serokê Amerîkayê behsa dîroka înîsiyatîvê kir û got:
"Me çiriya pêşîna borî ji bo bidawîanîna nakokiyan planek pêşkêş kir ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat pesendkirin.
Vê yekê rê li ber berdana hemû rehîneyan û gihandina alîkariyan a bi lezeke pîvaneyî vekir."
Trump "Lijneya Aştiyê" wekî saziya navneteweyî ya herî bibandor a di dîrokê de pênase kir.
Trump amaje pê kir ku dîtina wan ne tenê ji bo Xezeyê ye, armanca wan a dawî "aştiya li hemû cîhanê ye."
Hemas û Îsraîlê 10ê Çiriya Paşîn a par agirbest kiribû.
Hîn li ser qonaxa duyem a agirbestê lihevkirin nehatiye kirin çimkî Îsraîl dixwaze Hemas bê çek be û Hemas jî vê yekê red dike.