Boko Heram mala hezaran kesan şewitand

 

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Boko Heram li bakûrê rojhilatê Nîjerya bi sedan kes ji bajarê Bama derxistin û malên wan jî şewitandine.

 

Çevkaniyeke ewlekariyê ji ajansên nûçegihaniyê re ragihand ku berî du rojan rêxistina Boko Heram li herêma Burno hişyarî dabû xelkê ku di demekê herî zû de malên xwe vala bikin û ki bajar derbikevin.

 

Çekdarên rêxistinê piştre jî dest bi şewitandina malên xelkê kirine.

 

 Ser zarê çavkaniyên herêmê hat gotin ku hemû kesên wî bajarî nekarîbûn birevin, dibe ku kesên nexweş û pîr di nava xaniyên xwe de mane û tirsa wê yekê heye ku di nava malan de hatibin şewitandin.