Trump: Ji bo ewlehiya Hurmizê pêdiviya me bi welatên din nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku hêza leşkerî ya Îranê bi rêjeyeke mezin hatiye rûxandin.

Trump got, "Hêzên Hewayî ji nav çûn, Hêzên Deryayî ji nav çûn, radar û serkirdeyên wan tune bûn."

Donald Trump her wiha destnîşan kir ew bawer dike ku Îsraîl "çekên atomî bi kar neyne."

Serokê Amerîkayê li Koşka Spî ser operasyona li dijî Îranê, ewlehiya Tengava Hurmizê û aboriya piştî şer ji rojnamegeran re axivî.

"Hêza leşkerî ya Îranê bi dawî bû"

Trump ragihand ku operasyona ji bo nehiştina gefên rejîma Îranê bi hemû hêza xwe didome. Trump ev amar parve kirin:

"Îran ji aliyê leşkerî ve bi temamî hatiye rûxandin. Êdî Hêzên Hewayî, Hêzên Deryayî û radarên wan nînin.

Ji destpêka şer ve me li seranserê Îranê li zêdetirî 7 hezar armancên leşkerî û bazirganî xist.

Me şiyana wan a avêtina mûşekên balîstîk ji sedî 90î û êrişên dronan jî ji sedî 95î kêm kir.

 Êdî mûşekên wan gelekî kêm bûne. Me li wan navendan jî xist ku mûşek û dron lê dihatin çêkirin."

Serokê Amerîkayê diyar kir ku di nava hefteyek û nîvê de zêdetirî 100 keştiyên Îranê û 30 keştiyên mayînan hatine noqkirin.

Trump li ser Girava Xarkê jî got, "Me li Girava Xarkê xist û ji xeynî boriyên neftê me her tişt rûxand.

Me ew borî hiştin çimkî di paşerojê de avakirina wan wextê dixwaze lê eger em bixwazin, em dikarin di nava 5 xulekan de wan jî tune bikin û her tişt biqede."

"Ji bo Hurmizê pêdiviya me bi kesî nîne"

Trump beşdariya hevalbendan a ji bo ewlehiya derbasbûna keştiyan a di Tengava Hurmizê re nirxand û got:

"Gelek welatan gotin em di rê de ne. Hinek gelekî bi kelecan in, hinek na. Ev asta kelecanê ji bo min girîng e.

Bi rastî pêdiviya me bi kesî nîne, em neteweya herî bihêz a cîhanê ne.

Ez vê hewlê didim da ku bibînim welat dê çi bertekê nîşan bidin. Bi salan e ez dibêjim; gava bi rastî pêdiviya me bi wan hebe ew dê li wir nebin."

Trump bi bîr anî ku ewlehiya Tengava Hurmizê ji Amerîkayê zêdetir feydeyê dide welatên din, çimkî Washington êdî ji bo hawirdakirina neftê wê rêyê bi kar nayîne.

"Dîmenên keştî û avahiyên dişewitin bi hişê çêkirî hatine çêkirin"

Serokê Amerîkayê bal kişand ser hinek dîmenên li ser medyaya civakî û got:

"Îdiayên ku keştiya barhilgir a USS Abraham Lincoln dişewite yan jî avahiyên li Tel Evîv û Erebistana Siûdiyeyê hatine rûxandin, bi temamî berhema hişê çêkirî ne."

"Ti kesî Mucteba Xamineyî nedîtiye"

Trump li ser pirsa derbarê rewşa serkirdeyê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî jî got, "Em nizanin miriye yan na. Ti kesî ew nedîtiye, ev rewşeke gelekî xerîb e."

Donald Trump li ser bandora aborî ya şer jî got, "Gava şerê Îranê bi dawî bibe, bihayê neftê û enflasyon dê bi lezeke pir mezin dakeve."

Trump her wiha eşkere kir ku wî bi Serokkomarê Fransayê Macron re xeber daye û ji ser 10an 8 puan dane wî.

Serokê Amerîkayê got ew ji Brîtanyayê "gelekî dilşikestî" ye lê ji bo Hurmizê çaverêya beşdariyeke bi kelecan dike.

Trump di dawiyê de got, "Ez bawer dikim Îsraîl, her çi qasî pevçûn gurtir bibe jî, dê çekên atomî bi kar neyne."