Trump: Ez dikarim Şerê Îranê vê hefteyê bi dawî bikim lê ez nakim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan derbeke giran li şiyana leşkerî ya Îranê xistiye û heke ew bixwaze, dikare di nava vê hefteyê de şer bi dawî bike.

Donald Trump got, "Gelo ez dikarim vê bikim? Belê. Nexwe ez dê bikim? Ez wilo nafikirim lê di demeke nêzîk de ev kar dê bi dawî bibe û dê cîhan dê gelekî ewletir bibe."

Serokê Amerîkayê di roja 17an a şerê li gel Îran de li Ofîsa Oval daxuyaniyek da û bersiv da pirsên rojnamegeran.

Trump diyar kir ku ji bo ku ew şer di vê hefteyê de bi dawî bikin xwediyê serdestiyeke leşkerî ne lê heta ku pêvajo bi temamî nekeve bin kontrolê ew dê operasyonê bi dawî nekin.

“Em bi lîstikvanên tundrew û xwedî IQya bilind re satrancê dilîzin”

Trump krîza bi Îranê re wekî têkoşîneke stratejîk pênase kir û wiha doman:

“Ez di asteke gelekî bilind de lîstika satrancê dilîzim. Ez bi lîstikvanên gelekî zîrek re rûbirû me.

Ev mirov xwedî IQya bilind in. Di nav wan de yên gelekî tundrew û tîmehdar hene lê di heman demê de yên gelekî nerm jî hene.

Wekî mînak Qasim Suleymanî; mirovekî kujer û hov bû lê generalekî serkeftî bû. Niha jî em bi mirovên bi heman rengî zîrek lê xeternak re rûbirû ne.”

“Îranê dê hemû Rojhilata Navîn biteqanda”

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ev şer ji bo rêlibergirtina karesateke atomî ferz bû û wiha domand:

“Eger hûn di wê baweriyê de bin ku divê çekên atomî li ber destê Îranê nebin, wê demê divê hûn ji karên min hez bikin.

Heke me desttêwerdan nekira, wan dê çekên atomî pêşî li dijî Îsraîlê û pişt re jî li dijî hemû Rojhilata Navîn bi kar bianiya.

Wan dê ne tenê Îsraîl, her der biteqanda. Me ev gav neavêtiba, şerekî atomî derdiket ku dê bûbûya Şerê Cîhanê yê 3yemîn.

Ez ji her kesî kêmtir şer dixwazim lê ev yek pêwîst bû.”

Êrişên li ser welatên Kendavê: Ti pisporî ev texmîn nedikir

Trump êrişên Îranê yên li ser Îmarat, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Behreynê wekî “dînîtiyeke neçaverêkirî” bi nav kir û got: “Êrişên Îranê yên li ser cîranên xwe yên Ereb bûn surprîz.

Dema min bihîst ku mûşek avêtine Îmaratê min got ‘ev gelekî xerîb e.’

Çimkî Îmarat wekî bankerekî Îranê ye. Pêwendiyên wan bi cîranê wan Qeterê re baş bûn.

Pişt re ji nişka ve Erebistana Siûdî, Kuweyt, Behreyn... Li hemûyan hat xistin.

Ti pisporî texmîn nedikir ku ev tişt bibe. Ti kesî ez agahdar nekirim ku dê Îran li welatên Kendavê bixe lê belê ew mûşek hemû ji mêj ve li wir hatibûn bicihkirin.”

“Divê Çîn spasiya me bike”

Trump li ser ewlehiya Tengava Hurmizê rexne li Çîn û welatên herêmê girtin û got:

“Pêdiviya Çîn, Japonya û Koreya Başûr a bi enerjiyê bi piranî di vê tengavê re tê dabînkirin.

Ewlehiya tengavê em dabîn dikin loma divê Çîn spasiya me bike.

Di dema asayî de ez dê bi Serokê Çînê Şi Cinping re biciviyama lê ji ber şer me pêşniyar kir ku serdana min a Pekînê mehekê were bipaşxistin.

Ez dixwazim li vir bimînim û vê pêvajoyê birêve bibim.”

Trump li ser pirsa “Gelo mayin li tengavê hatine danîn?” bersiv da: “Em hîn vê nizanin.”

Çarenivîsa Mucteba Xamineyî

Serokê Amerîkayê bal kişand ser nezelaliya rewşa serkirdeyê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî û got:

“Em nizanin miriye yan na. Ti kesî ew bi zindî nedîtiye, ev rewşeke gelekî xerîb e.

Em nizanin dê bi kê re dan û standinê bikin çimkî piraniya serkirdeyên Îranî mirine. Heke zindî be divê demildest teslîm bibe.”

Aborî û mesrefa şer

Trump li ser bandora aborî ya şer bi hêvî peyivî û wiha pê de çû:

“Gava şer bi dawî bibe bihayê petrolê û enflasyon dê bi lezeke gelekî mezin dakeve.

Bedela ku niha tê dayîn, li beramberî bedela şerekî atomî gelekî biçûk e.”