Hulusî Akar: Divê herêma ewle bersiva dilgiraniyên Tirkiyê bide

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê li ser hişyariyên Amerîkayê yên taybet bi kirîna sîstema S-400 a Rûsî got, gefkirin û destnîşankirina demê ne karekî avaker e. Akar herwiha got, divê avakirina “herêma ewle” li Sûriyê ji bo bersivdana dilgiraniyên Tirkiyê be.

 

Hulusî Akar di 37mîn konferansa salane ya hevbeş a Tirkiye-Amerîkayê de li Waşingtonê gotarek pêşkêş kir û têkildarî kirîna sîstema S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve û hişyariyên Amerîkayên yên di vê bareyê de daxuyanî da.

 

Akar ragihand ku gefkirin, hişyarîdan û destnîşankirina demê bo vê mebestê, ne karekî avaker e, herwiha ew yek berovajî hevpeymaniya di navbera Enqere û Waşingtonê de ye.

 

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê behsa wê yekê jî kir ku pêwîst e navçeya aram li Sûriyê bersiva dilgiraniyên Tirkiyê be û da xuyakirin, ew dê di derbarê vê yekê de ligel Amerîkayê kar bikin.

 

Tirkiyê û Rûsya li ser kirîna sîstema S-400 ji aliyê Tirkiyê ve rêkevtine. Rûsyayê ragihandiye di dawiya îsal de, dê sîstema berevaniya esmanî ya S-400 radestî Tirkiyê were kirin, lê Amerîka ji vê yekê dilgiran e û hişyarî daye Tirkiyê.

 

Berpirsên Enqerê çendîn caran ragihandine ku mijara kirîna sîstema S-400 a Rûsî êdî dawî pê hatiye û ew jê paş navegerin.