Parlamenterekî berê di weşana zindî de hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî berê yê Hindistanê dema ku bi birayê xwe re ji bo nexweşxaneyê dihat birin, di weşana zindî de ji aliyê çend çekdaran ve hat kuştin.

Parlementerê berê yê Hindistanê Etîq Ehmed, roja Şemiyê 15ê Nîsana 2023an bi birayê xwe re ji aliyê polîsan ve ji girtîgehê bo nexweşxaneyê dihat veguhestin û bi rojnamevanan re diaxivî. Ji nişka ve 3 çekdar ji nav rojnamevanan derketin, yekî ji wan çek danî ser serê Etîq Ehmed û ew gulebaran kir, birayê wî jî bi guleyan hat kuştin.

Etîq Ehmed ê ku parlementerê berê yê Hindistanê bû bi tawana kuştinê dihat tohmetbarkirin, ji bo testan bi birayê xwe re ji girtîgehê ew dibirin nexweşxaneyê.

Bûyer li bajarê Prayagraj ê ku bi navê Allahabad jî tê nasîn li eyaleta Uttar Pradesh a navendî ya Hindistanê pêk hat.

Piştî gulebarana şeva Şemiyê 3 kesên ku xwe weke rojnameger nîşan dabûn yekser xwe radest kirin û hatin girtin.

Vîdeoyek nîşan dide ku Etîq û birayê xwe Eşref ji bo pişkinîna pizîşkî ber bi nexweşxaneyê ve tên birin û bi rojnamevanan re diaxivin. Çend çirkeyan nagire û ew û birayê xwe têne gulebarankirin.

Çend roj berê kurê Etîq, Esed jî bi guleya polîsan hatibû kuştin. Etîq berê hişyarî dabû ku ji aliyê polîsan ve gef lê tê xwarin.

Esed, kurê Etîq Ehmed û kesekî din ku ji doza kuştinê dihatin xwestin, destpêka vê hefteyê ji aliyê polîsan ve hatin kuştin.

Polîs dibêje, sê kujerên parlamenterê berê bi motosîkletekê hatine cihê bûyerê. Di bûyerê de polîsek û rojnamevanek jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê polîsan diyar kir ku wan lêpirsîn daye destpêkirin û hemû kombûnên li eyaletê qedexe kirine.

Etîq û birayê xwe di serê meha Nîsanê de bi hinceta di meha Sibatê de siyasetmedarek kuştine hatibûn girtin. Etîq beriya niha di sala 2019an de bi tawana revandinê hatibû girtin.