Hegseth gef li Îranê xwarin: Bijardeyên leşkerî li ser maseyê ne

Hewlêr (Rûdaw) - Pete Hegseth diyar kir ku eger Îran peymana nukleerî qebûl neke bijardeyên leşkerî li ser maseyê ne.

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth eşkere kir ku eger birêvebiriya Îranê biryareke şaş bide û nêzîkî peymanê nebe, hêzên Amerîkayê amade ne ku operasyonan ji nû ve bidin destpêkirin.

Hegseth destnîşan kir ku Îranê ew rampayên avêtina mûşekan ên ku berê hatibûn bombebarankirin dîsa derxistine holê.

Wî tekez kir ku Amerîka cihê hemû hebûnên leşkerî yên Îranê dizane ku ew tesîs jî di nav de ne.

Hegseth anî ziman ku Amerîka ji bo midaxeleyeke nû bi hêzeke ji ya berê mezintir amadehiyê dike.

Gefên li ser Tengava Hurmizê

Wezîr Hegseth gotinên stratejîk ên Îranê yên li ser Tengava Hurmizê jî kirin armanc.

Wî îdiaya Îranê ya ku dibêje ew tengavê kontrol dike rexne kir û got ku "deryavaniya wan a rasteqîn nîne".

Hegseth diyar kir ku gefên li ser keştiyên bazirganiyê ne hêza kontrolkirinê ye, ew "korsanî" ye.

Hegseth da zanîn ku ew dê zexta aborî û leşkerî ya li ser Îranê zêde bikin û hişyariyên xwe yên li ser peymana nukleerî yên ji bo birêvebiriya Tehranê domandin.

Wî anî zimên ku sektora enerjiya Îranê hîn bi temamî têk neçûye lê ambargoyên Amerîkayê hinardekirin aniye asta rawestandinê.

Hegseth tekez kir ku ev dorpêç çi qasî pêwîst be ew dê ew qasî bidomînin.

Wezîr bal kişand ser rewşa Tengava Hurmizê jî û da zanîn ku Donanmaya Amerîkayê çûn û hatina li herêmê bi temamî kontrol dike.

Hegseth got, "Deryavaniya me heye lê ya Îranê êdî nîne."

Hegseth di dawiya axaftina xwe de ev peyam da Tehranê:

"Hêvîdar im hûn peymanekê hilbijêrin ku hûn karibin xwe bigihîninê."