Trump ji Rûdawê re got: Pêwendiyeke me ya pir baş bi Îranê re heye
Washington (Rûdaw) - Trump ji Rûdawê re ragihand ku niha pêwendiyeke wan a pir baş bi Îranê re heye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku ev yek bi saya wê dorpêça ku wan daniye ser Îranê pêk hatiye ku ew dorpêç ji bombebarankirinê jî bihêztir bû.
Donald Trump çend pirsên Berpirsê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.
Li ser wê pirsê gelo welatên Ereban dê mesrefên şer bidin yan na, Trump ji Rûdawê re got:
“Ez bawer dikim ku ew dê di dabînkirina mesrefan de beşdar bibin.”
Donald Trump li ser îhtimala peymaneke bi Îranê re ji Rûdawê re ragihand:
“Em dê bibînin ka dê çi bibe. Lê ez bawer dikim ku em ji bo peymaneke bi Îranê re pir nêzîk in.
Tu dê kesê ewil bî ku pê bihisî, ez bawer dikim ku şansekî me heye.
Eger ev yek pêk were, petrol dê pir erzan bibe, biha dê pir dakevin û enflasyon dê pir kêm bibe.
Ji van hemûyan girîngtir, rê li ber Holokosteke atomî tê girtin.”
Pirs û bersivên Diyar Kurde û Donald Trump:
Diyar Kurde: Kî li ser mijara Hizbulahê dixebite? Tu dibêjî ew wê peymana ku tu ji bo wê hewl didî xira bikin?
Trump: Em dê bibînin ka dê hemû çi qas be. Lê ew dixebitin û hevahengiyê dikin. Eger tu bizanî... tu Libnanê nas dikî, ne wisa? Nexwe ew bi me re û her wiha bi Îsraîlê re jî dixebitin.
Diyar Kurde: Tu hîn dixwazî petrola Îranê bikirî?
Trump: Çi?
Diyar Kurde: Piştî îro tu hîn jî dixwazî petrola Îranê bikirî?
Trump: Baş e, em dê bibînin. Mebesta min ew e ku niha pêwendiyeke me ya pir baş bi Îranê re heye, her çend bawerkirina bi vê yekê zehmet be jî. Ez bawer dikim ku ev yek encama nêzîkî çar hefteyan bombebarankirin û dorpêçeke pir bihêz e. Eger tu bixwazî rastiya wê bizanî, dibe ku dorpêç ji bombebarankirinê jî bihêztir be.
Diyar Kurde: Tu dê welatên Ereban neçar bikî ku beşeke hemû mesrefan bidin?
Trump: Ez bawer dikim ku ew dê vê yekê bikin. Ez bawer dikim ku ew dê beşdar bibin. Ji ber ku me pir kar kir, ez bawer dikim welatên Ereban dê di mesrefan de beşdar bibin.
Diyar Kurde: Birêz Serok, eger hûn li hev bikin, hûn dê ti mal û milkên Îranê bêyî ti şertan berdin?
Trump: Em dê bibînin ka dê çi bibe. Lê ez bawer dikim em ji bo peymaneke bi Îranê re pir nêzîk in. Tu dê kesê ewil bî ku pê bihisî lê ez bawer dikim ku şansekî me heye. Eger ev yek pêk were, petrolê dê pir erzan bibe, biha dê pir dakevin, enflasyon dê pir kêm bibe û ya ku ji van hemûyan girîngtir e rê li ber Holokosteke atomî tê girtin. Ev hemû niha diqewimin.
#VÎDEO - Donald Trump ji Rûdawê re got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 16, 2026
🎙 ❝Pêwendiyeke me ya pir baş bi Îranê re heye❞#USA #Iran pic.twitter.com/vyFXL0O6gi