Keştiyên Rûs dê li Behra Spî di amadebaşiyê de bin
Navenda Nûçeyan - Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn daxuyand keştiyên şer ên Rûsyayê yên ku tê de fuzeyên Kalîbr hene dê li Behra Spî her tim nobedê bigirin.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Soçiyê bi rayedarên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê re hevdîtin kir û got tatbîqatên behrê yên mesafeya wan dirêj e divê dewam bikin.
Putîn anî ziman îsal bi giştî 102 seferên keştî tê plankirin û wiha got: "Ji ber ku li Sûriyê rîska êrîşê ya terorîstên navneteweyî dewam dike keştiyên şer ên Rûsyayê yên ku tê de fuzeyên Kalîbr hene dê li Behra Spî her tim nobedê bigirin."
Fuzeyên Kalîbr Rûs çêdikin ku dikarin heta 2 hezar û 500 kîlometre herinî cara ewil di cotmeha 2015an de li Sûriyeyê hatibûn bikaranîn.